Şoreşa ziman jî pêk hat
Şemî 19 Tîrmeh 2025 - 03:10
Şoreşa Rojava ket sala 13’yan. Hevseroka lijneya Perwerdehî û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweser a Demokrtîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî der barê pergala perwerdeyê de got: “Bi Şoreşa Rojava re şoreşa ziman jî pêk hat.”
Şoreşa Rojava ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas girt ket sala 13’emîn. Bi şoreşê di qada aborî, leşkerî, siyasî û perwerdeyê de guherînên mezin çêbûn.
Hevseroka lijneya Perwerdehî û Hîndekariyê ya Rêvebreiya Xweser a Demokrtîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî der barê pergala perwerdeyê de nirxandin kir
Avakirina pergala perwerdehiyê
Semîra Hec Elî daxuyakirin ku beriya şoreşê jî saziyên zimanê Kurdî xebat dimeşandin û got: “Me di 2007’an de li Kobanê di 2008’an de li Helebê konferans pêk anîn. Ji ber rejîma Baas'ê me veşartî dikirin. Me heman awayî li Reqayê civîn pêk dianî. Bi Şoreşa Rojava re şoreşa ziman jî pêk hat. Li Efrîn, Kobanê û Cizirê dibistan hatin vekirin. Tevlibûn gelek mezin bû. Di 2012’yan de li Amûdê konferans pêk anî. Ji bo avakirina mufredatê mamoste hatin perwerdekirin. Ji Mexmûr û Bakur jî piştgirî hat. Di şertên zehmet de mamoste hatin perwerdekirin.”
Mufredat hatin avakirin
Semîra Hec Elî wiha dirêjî dayê: “Destkeftiya herî mezin a Şoreşa Rojava avakirina perwerdehiya bi zi manê dayikê ye. Di 2014’an de li kantona Cizîr, Kobanê û Efrînê bi zimanê dayikê perwerde hat îlankirin. Komîteya perwerdeyê jî xebata xwe li gorî vê meşand. Di heman salê de mufredatên bi Kurdî, Erebî û Suryanî hatin amadekirin. Ji aliyê kesên pispor ve hatin amadekirin. Komîsyona ji 7 kesî pêk dihat niha ji 100’î zêdetir kes tê de cih digirin. Em di parastina mafê perwerdehiyê de bi biryar in. Niha hevdîtinên me bi Zanîngeha Arîzona re didomin. Her bazar em bi zanîngehê re civînan dikin. Ev jî rewabûna pergala perwerdehiya me nîşan dide.”
Semîre Hec Elî balkişand ser peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zanîngeha Kobanê re şandiye û got peyama hatiye şandin ew xurt kirine.
JINNEWS/RIHA/DERYA REN