
Şaredariya Dêrika Çiyayê Mazî û Sanatça Organîzasyonê 3yemîn Mihrîcana Zeytûnan li dar xist. Roja ewil Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz, Hevşaredar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li bernameya mihrîcanê bûn. Serdana jinên karker kirin
Roja ewil girseya tev li mihrîcanê bû, serdana jinên karker ên di zeviyên zeytûnan de dixebitin kirin û piştre çûn serdana karkerên jin ên di fabrikaya zeytûnan de dixebitin. Pişt re, li Navenda Çandê ya Şaredariyê bi sernavê ‘Zayendîkirina Kedê û Xizanî’ panel li dar xistin. Di saetên êvarî de dengbêj Hediye Kalkan, Tîrêj, Şehmûs Temel û Dîren Temel derketin ser dikê û klam gotin.
Roja duyemîn Parlamenter, hevşaredar, nûnerên TJAyê, rêxistin û rêveberên partiyên siyasî yên navend û navçeyê û gelek welatî tev li bernameyê bûn. Beriya nîvro li baxçeyê şaredariyê danasîna zeytûnan û xwarinên herêmê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN














