Saziya Ziman û Perwerdê ya Civaka Demokratîk a Êzidxanê ji bo amadekariya sala nû ya pewerdeyê dewreyên ziman, fêrbûna kompîterê û fikrî ji bo mamosteyan vekir. Du dewreyên perwerdeyê ji bo mamosteyên xeta Serdeşt û Bakurê Şengalê ku hatibû vekirin, bi girtina bawernameyan û sondxwarinê bi dawî bûn.
Saziya Ziman û Perwerdê ya Civaka Demokratîk a Êzidxanê her sal di dema betlaneyê de li Şengalê, dewreyên fikrî û ziman ji bo pisporkirina mamosteyên zimanê Kurdî (latînî) vedike. Armanc ji van perwerdeyan amadekirina mamosteyan ji bo sala nû ya perwerdeyê ye.
Îsal ji salên din cûdatir dewreyeke taybet a fêrkirina kompîterê ji bo 10 mamosteyan hate dayîn. Dewreya fêrkirina kompîterê ya li Peymangeha Şehîd Rêzan bi navê Şehîd hatibû destpêkirin, bi girtina bawernameyan bi dawî bû.
Dewreyeke din a fikrî jî bi navê şehîd Nûredîn Sofî bi tevlîbûna 14 mamosteyên zimanê Kurdî pêkhat. Di dawiya perwerdeyê de mamoste helwesta xwe ji bo mezinkirin û pêşxistina xebatên zimanê dayîkê nîşandan. Ji bo xizmeteke baş a perwerdeya zimanê dayîkê ji bo zarokên Êzidî bikin jî, li ser bîr û baweriya xwe sondxwarin. ROJNEWS/ŞENGEL