- Li Tirkiye û Kurdistanê serdemeke din perwerdehiya dest pê kir. Ji ber ku ji xeynî zimanê Tirkî perwerdehî qedexe ye, 33 zimanên ku li Tirkiyeyê tên axaftin, ji ber perwerdehiya yekperest û asîmîlasyonîst, ber bi windabûnê ve diçin.
Gelek zarokên ku di vê serdemê de dê biçin dibistanan jî, ji ber van polîtîkayên perwerdehiyê, ji rastiya xwe ya civakî û nasnameyî dûr dikevin. Têkildarî bandora polîtîkayên perwerdehî û asîmîlasyonê yên li ser zarok û civakan, nivîskar û akademîsyen Dilawer Zeraq axivî.
Dilawer Zeraq destnîşan kir perwerde mafeke mirovî ye û da zanîn ku çi malbat be çi rêveberî an jî dewlet, sazûmaniya perwerdehiyê ne tercih e, bivênevê ye û got: “Perwerdekirin û perwerde ji zarokatiyê dest pê dike û heya mirinê didome. Perwerdehî û mafê zimanê dayikê ji hev nayên veqetandin. 10 hezar sal berê wek sîstematîk an jî kevneşopî, zarok an jî mezin dihatin perwerdekirin. Lê belê her welat bi rengên cuda vê pêvajoyê bi rê ve birine.”
‘Perwerdehiya yekzimanî û asîmîlatîf’
Dilawer Zeraq bal kişand ser şêwaza perwerdehiya li Tirkiye û Kurdistanê tê domandin û derbara mijarê wiha axivî: “Ev sîstem li ser perwerdeya yekzimanî û asîmîlatîf ava bûye. Lewma dema malbat çi zanebûn çi edetî, Kurdî hînî zarokên xwe dikin, di heman demê de li hember asîmîlasyonê jî disekinin. Piştî ku malbat zarok hînî zimanê Kurdî dikin û dema zarok berê xwe dide li derve, li kuçe, dibistanê û xwendinê, derdora wan li gorî malbatê firehtir dibe. Di wê berfirehiyê de Tirkî zedetir heye û wek tavîbaranê li wan dibare. Zarok jî, dixwaze xwe bigihîne zarokan din, bi wan are bilîze, ji ber wê jî meyla xwe dibe li ser zimanê Tirkî. Êdî dema ku zarok dest ji zimanê xwe berdide, malbat nikarin bi wan. Tenê derve, dibistan, hevalên wan, kolan û kûçe dikarin bi wan.”
‘Mirov wek robot tên amadekirin’
Di berdewama axaftina axaftina xwe de Dilawer Zeraq da zanîn ku dewlet pergala xwe ya perwerdehiyê li gorî hişmendî û bîrdozaiya xwe saz kirine û wiha pê de çû: “Ev li gorî, olperestî, lîberalîzm an jî demokrasiyê ava dibe. Dewlet jî perwerdehiyê wekî amrazekê bi kar tînin, enstrumantalîze dikin. Lewma mirovan ji mirovahiyê dûr dixin û berê wan didin li aliyeke din. Êdî li wan deran mirov nayên perwerdekirin, mirov weke robotan tên amadekirin.”
‘Ferzkirina zimaneke din dibe sedema travmayê’
Di berfirehiya axaftina xwe de Dilawer Zeraq diyar kir ku zarok wek sosyo-polîtîk û sosyo-psîkolojîk bi zimanê xwe hînî jiyanê dibe û wiha pê de çû: “Dema zarok diçe dibistanê zimaneke din li wî diqewime. Zimaneke bi zorê û çewisandinê. Zarok wê demê di zimanê nû de asê dimîne. Ev qewimandin bi xwe travmeyeke sosyo-psîkolojîk e. Di bingeha vê lêqewimandinê de armanca asîmîlasyonê ya sosyo-polîtîk û bîrdozî heye. Di heman demê de ev travma dibe travmeyeke sosyo-psîkolojîk jî. Dema ku zarok mezin dibe û dibe xwedî fikr û raman li wê travmaya xwe vedigere û nikare wê travmayê dane li cihekê. Heye ku zarok bi wê travmaya xwe xweş nebe, nikare ji wê travmayê bifitile.”
‘Kurd dikarin bi polîtîkayên tevdeyî xwe biparêzin’
Di dawiya axaftina xwe de Dilawer Zeraq bi bîr xist ku ji bo parastina Kurdî pêdivî bi hevgirtin û tevkariyê heye û ev tişt gotin: “Rola nivîskar, akademîsyon, rewşenbîrên Kurdan heye ku xwe bigihînin gel. Tenê wisa em dikarin xwe ji vê pergalê biparêzin û riyên li xwe vegerînê, peyda bikin. Rol tenê nakeve li ser malbatan. Êdî rol dikeve ser hemû civaka Kurd. Eger em bixwazin xwe ji vê polîtîkaya asîmîlasyonê rizgar bikin, hewce ye em wek komalî, tevdeyî xwe ava bikin. Divê çapemeniya nivîskî û dîmenkî hineke din li guzeka çapameniya cîhanê bixe.” RACÎ ABÎ / AW / AMED