Newala Aran û vejandina zimanekî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 6 Tebax 2025 - 00:50

Aktîvîstên ziman dixwazin bikaranîna civakî ya oksîtanî li Newala Aranê pêş bikeve. Bi vê armancê, her sal di dawîya Tîrmehê de Corsa Aran per sa Lengua tê lidarxistin.

Îsal jî 31. a Corsa Aran per sa Lengua re li Newala Aranê pêk hat. Bername her sal di yekşema dawî ya tîrmehê de li paytext Vielha ya Newala Aranê tê lidarxistin. Sazîya Lengua Viua ji vê bernameyê re pêşengîyê dike.

Armanca vê çalakîya girseyî ku di 27ê tîrmehê de hat lidarxistin, parastina zimanê oksîtanî ye. Bi taybetî, aktîvîstên ziman dixwazin bikaranîna civakî ya oksîtanî pêş bikeve. Bi rêya vê bernameyê, hewl tê dayîn hişmendîya parastina ziman di asta civakî de bê parastin.

Lengua Viua her sal di çarçoveya bernameyê de xelata André Ricard a ziman jî dide. Însîyatîfa ziman di daxuyanîya xwe ya di çalakîya dawî de balê kişand ser kêm bikaranîna aranî ij alîyê civakê. Herwiha, qada kar jî wekî qadeke ku aranî kêm tê bikaranîna hat nîşandan. Di daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Newala Aran rastî pêlêm koçeke xurt tê. Gelek mirovên ji welatên cuda yên cîhanê ku tên vir divê bibin xwedî zanîna nasnameya aranî.”

‘Şopên lingên Mossen Condò’ 

Çalakîyeke din a di heman rojê de tê lidarxistin beza ji bo ziman e. Dilxwazên ji he alîyê Newala Aranê tevlî vê bezê dibin û paşê jî ji bo konserekê li Vielhayê li hev kom dibin.

Sazîya Lengua Viua bo boneya bernameya îsal projeya “Şopên lingên Mossen Condò” jî da destpêkirin. Tabelayên ku nivîsên bi aranî yên Mossen Condò li ser wan hatine nivîsandin li bajarok û gundên Newalê Aranê tên bicîkirin.

Zimanê aranî

Aranî diyalekteke zimanê oksîtanî ye û di li Newala Aranê tê bikaranîn. Newala Aranê bi ser Katalonyayê ve ye û di 1990 an de bûye xwedî statuyeke taybet a xweser. Katalonya di 2010an de bi qanûnekê erkên Newala Aranê û mafên wê yên zimanî berfireh kirin. Perwerde, çand, turîzm, spor, tendurustî û gelek xizmetên civakî ketin destên Newala Aranê.

ÎNFOWELAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.