Pirtûka kurê xwe îmze kir

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 28 Cotmeh 2025 - 01:30

9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku bi hevkariya YEW-KURD, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilikê di 18ê Cotmehê de li Navenda Kongre û Fûarê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî dest pê kir duh bi dawî bû. Pirtûka nivîskar Roger Sozdar a bi navê “Tirs” ku ji weşanên “Bêjingê” derketiye jî li pêşengehê cihê xwe girt. Lê ji ber Roger Sozdar ji ber fikirên xwe niha bi xwişka xwe re li Fransayê li sirgunê ye nekarî li fûarê cih bigire û pirtûka xwe îmze bike. Ji ber vê yekê dayika Roger Sozdar, Sebîhe Aggoz pirtûka kurê xwe bi mora tilîyê îmze kir. Sebîhe Aggoz ku di pêşengehê de bala xwîneran kişand, rewşa zarokên xwe ji ajansa me re vegot û bal kişand ser pêvajoya “Aştî û civaka demokratîk.”

‘Zarokên min ji bo kurdbûyîna xwe sirgun in’

Dayîka nivîskar Roger Sozdar, Sebîhe Aggoz da zanîn ku keç û kurên wê niha li Fransayê sirgunê ne. Sebîhe Aggoz anî ziman ku zarokên vê ji ber kurdbûyîna xwe, zimanê xwe di sirgunê de ne û wiha got: “Pirtûka kurê min Roger derketiye. Roger ji xwe li vir nîn e ji ber wê ez hatime. Zarokên min ji bo kurdbûyîna xwe ji bo zimanê xwe sirgun in. Zarokên min Kurd nebûna, zimanê wan qedexe nebûya sirgun nedibûn. Niha pêvajoya aştiyê heye em dixwazin aştî were, êdî bila zarokên me werin cem me. Em pişta xwe bi dewleta Tirkiyeyê re girênadin gelek caran em xapandine, zextên xwe li ser me nebirîne. Zarokên me ketin girtîgehê, keça min kete girtîgehê, çend salan di girtîgehê de bû ez xwedî li zaroka wê derketim, biçûk bû min xwedî kir. Keça min paşê derket çû Fransayê zaroka xwe nû bir cem xwe.”

AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.