
Pirtûka nû ya nivîskar Fawaz Husên a bi navê "Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê" ji Weşanên Avestayê derket.
Pirtûka ku ji 120 rûpelan pêk tê qala Kurdekî li Parîsê dike ku sibeheke havînê ji xew radibe û dibîne ku bûye 70 salî. Lehengê pirtûkê di wan mehên havînê de, bi kûrahî li ser têgehên wekî hebûn û nebûn, ciwanî û pîrbûn, jiyan û mirinê diponije.
Lehengê ku xwe wekî derbider dibîne, xwe dispêre serpêhatiyên xwe û hizr û ramanên kesên wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Kavafîs, Emil Cioranê Rûm û Gabriel Garcia Marquezê Kolombiyayî ji xwe re dike rêber. Di dawiyê de, ew biryar dide ku herdem wekî xwe bimîne û ji dîmenên biçûk ên jiyanê kêfxweşiyê wergire. Zarokatî û xortaniya wî wekî du pisîkên Wanê tên serdana wî.
"Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê" wekî berhevoka bîr û baweriyên nivîskarê xwe ya li ser sirgûnê, barê salan û wateya jiyanê tê pênasekirin.
Fawaz Husên ji gundê Kurdo ye, xwendina xwe li Amûdê qedandiye û ji sala 1978’an ve li Parîsê dijî. Husên hem bi Kurdî hem jî bi Fransî dinivîse.
NAVENDA NÛÇEYAN















