Pêşangeh li dijî êrişan bersiv e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 25 Cotmeh 2025 - 00:49

  • Nivîskar Qahir Bateyî têkildarî pêşangeha pirtûkan a li Amedê diyar kir ku hîn êrişên li dijî zimanê Kurdî dewam dikin û got: ”Lidarxistina pêşangehên wiha ku bi dehan weşanxaneyên kurdî bi hezaran berhemên zimanê kurdî ve beşdar dibin bersiveke herî xurt e li hemberî polîtîkayên înkar û îmhaya li ser zimanê Kurdî.”

ROZA METÎNA / AMED

9'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê di navbera 18-26'ê Cotmehêde li Navenda Kongre û Pêşengehê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî ya Amedê pêk hat. Yekîtiya Weşanxaneyên Kurd (YEW-KURD), Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAP'ê bi hevkarî organîzasyona pêşengehê kirin. Gelek weşanxaneyên Kurdî û saziyên ziman û çanda kurdî jî cihê xwe di pêşangehê de girtin.

Nivîskar û weşanger Qahir Bateyî têkildarî 9'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê nirxandin kir. Qahir Bateyî wiha got: "Bi wesîleya pêşangehan xwîner û nivîskar digihîjin hev. Wekî din, di pêşangehan de bi hezaran pirtûkên kurdî û kurdolojîyê tên firotin, ev yek dibe xizmeteke mezin ji bo parastin û pêşvebirina ziman, çand, edebiyat û dîroka kurdî.”

Pêşangeh watedar in

Qahir Bateyî di destpêkê de bal bir ser girîngiya pêşangehên pirtûkan û wiha got:"Pêşangehên pirtûkan ji gelek hêlan ve girîng in. Yek; bi rêya pêşangehan xwîner bi hêsanî digihîje bi hezaran berheman. Çi berhema ku dixwaze dikare di pêşangehan de peyda bike. Her wiha di pêşangehan de rasterast nivîskarên pirtûkan nas dike, bi wan re dikeve têkilîyê, di navbera wan de dan û standinek çêdibe. Ev yek hem ji bo xwîner, hem ji bo nivîskar, dibe cihê kêfxweşîyê. Ji alîyê din ve, weşanxane jî bi hêsanî pirtûkên xwe dibin ber lingê xwîneran, xwîner berhemên wan distînin, ev yek hem ji hêla maddî ve dibe piştgirîyeke mezin ji bo weşanxaneyan, hem dibe sedem ku hem weşanxane, hem nivîskar xwe bigihîne xwînerên xwe. Bi wesîleya pêşangehan xwîner û nivîskar digihîjin hev. Wekî din, di pêşangehan de bi hezaran pirtûkên kurdî û kurdolojîyê tên firotin, ev yek dibe xizmeteke mezin ji bo parastin û pêşvebirina ziman, çand, edebiyat û dîroka kurdî. Hişmendîyeke kurd û kurdewar derdikeve holê. Ji ber wê jî, lidarxistina pêşangehan gelek girîng e û watedar e." 

Wê baş derbas bibe

Qahir Bateyî li ser beşdariya gel a ji bo pêşangeha pirtûkan jî wiha got:"Her du rojên destpêkê gelek baş bû. Roja sisêyan hinekî qels bû, nava hefteyê bû. Hem xwendekar diçin dibistanê, hem karker û karmend diçin kar. Ev jî dibe sedem ku beşdarîya pêşangehê hinek zeîf bibe. Ev yek jî normal e. Lê hêvîya min heye ku dê pêşangeh baş derbas bibe."

Eleqeyek ji bo kurdî heye

Qahir Bateyî têkildarî girîngiya berhemên bi Kurdî ya pêşangeha pirtûkan wiha nirxandin kir:"Rastîyek heye; piştî zêdebûna teknîkê ku êdî her tişt ketîye telefonên destan, her wiha aborîya xirab a li Tirkîyeyê, bandoreke neyînî li ser xwendina pirtûkan kirîye. Em di demeke wisa de ne ku beşeke mezin a civakê ketîye derdê debara xwe ya rojane, êca vê yekê bandoreke nebaş li ser weşangerîyê kiriye. Lê tevî vê bandora xirab dîsa jî eleqeyek ji bo kurdî heye, hezkirinek heye. Erê, mirov nikare bibêje ev hezkirin û eleqe di asteke bilind de ye, lê dîsa jî hêvîyê dide me weşangeran ku em bi bawerîyeke mezin kar û xebatên xwe bikin da ku weşanxaneyan li ser piyan bihêlin."

Pêşangeh fersendek e

Qahir Bateyî da zanîn ji bo hatina gel hev a nivîskaran û xurtkirina têkiliyan jî pêşangehên pirtûkan fersendek e û wiha pê de çû:"Ji bo hatina gel hev a nivîskaran xurtkirina piştevaniya di navbera wan de pêşangehên bi vî rengî fersendek e. Bêguman. Wekî min got, çawa ku pêşangeh dibin wesîle ku xwîner û nivîskar bigihîjin hev, wisa jî di pêşangehan de nivîskar bi xwe digihîjin hev û hev û du nas dikin, pêwendîyên baş bi hev re datînin."

Pêşangeh li diji êrişan bersiv e

Qahir Bateyî da zanîn pêşangehên pirtûkan di heman demê de li dijî êrişan bersivek e û wiha bi dawî kir:"Belê, em dizanin li hemberî zimanê kurdî, stratejîya helandin, tunekirinê wekî roja xwe ya ewil berdewam e. Di vê stratejîyê de hîn tiştek neguherîye. Bi saya serê têkoşîn û berxwedana kurdan, taktîkên wê guherîne. Lê di bingeha xwe de tiştek neguherîye. Hîn jî bi hemû hêz û quweta xwe ve dixebitin ku zimanê kurdî bihelînin û tune bikin. Êca di atmosfereke wiha de, lidarxistina pêşangehên wiha ku bi dehan weşanxaneyên kurdî bi hezaran berhemên zimanê kurdî ve beşdar dibin bersiveke herî xurt e li hemberî polîtîkayên înkar û îmhaya li ser zimanê Kurdî. Ji ber vê jî em hêvîdar in ku pêşangehên bi vî rengî, bi piştgirîya şaredarîyan li hemû bajarên me bên lidarxistin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.