
Nivîskar, helbestvan û wêjevan Cigerxwîn di 41`emîn salvegera koça xwe de bi merasîmekê li ser gora xwe ya li mala wî ya li bajarê Qamişlo hate bibîranîn.
Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi boneya salvegera 41`emîn ya wefata nivîskar û helbestvan Cigerxwîn (Şêxmûs Hesen) li mala wî ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo merasîmeke bibîranînê lidar xist.
Bi dehan endamên sazî û dezgehên rewşenîrî yên li Kantona Cizîrê, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyên bajarê Qamişlo di merasîmê de amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Telal El Şêx axivî û got: “Cigerxwîn tevahiya jiyana xwe ji bo gelê xwe yê Kurd feda kiriye, bi helbestên xwe piştgirî daye, gelek helbest li ser dîroka Kurd nivîsandine; da ku çanda gelê xwe bi gelên din bide nasîn.”
Piştre keça Cegerxwîn ya bi navê Bonya Hesen axvî û got: “Bi navê malbata Cigerxwîn ji Stockolmê heta Qamişloy silavan dişînim û serkeftinê ji were dixwazim. Ez dixwazim bêjim ku bibîranîna navdaran, em tev dizanin ku erkekî neteweyî ye, her wiha erkekî wêjeyî ye jî û bi salane miletê cîhanê navdarên xwe bi bîr tîinin.”
Piştî axaftina keça Cigerxwîn, hunermend Beha Şêxo û Ebdilrehman Elo hin stranên bi gotinên Cegerxwîn pêşkêş kirin. Di berdewama çalakiyê de helbestvan Mûsa Dawud, Şev Hesen û Welîd Ebdulrehman helbestên Cegerxwîn ên bi navê (Şeva Hicran, Jîn û Hebûn) xwendin.
Di dawiyê de beşdarên merasîmê li heman cihê merasîmê ku gora Cigerxwîn jî lê ye, gul danîn ser gorê.
ROJNEWS














