Tevgera ziman li Welatê Baskê careke din di nava alarmê de ye. Zimanê baskî vê carê rastî êrişa hiqûqî ya dewleta îspanyol tê.
Dadgeha Bilind a Îspanyayê bi biryarekê çend xalên Qanûna 2019an a Parlamentoya Baskê betal kir. Serîlêdana ji bo betalkirinê ji alîyê partîya nîjadprest VOXê ve hatibû kirin.
Partîya navbuhirî dijberîyê ji parastina zimanê baskî re dike loma jî li Welatê Baskê nikare bibe hebûneke xurt a polîtîk. Xalên ji alîyê dadgeha îspanyol ve hatine betalkirin, di derbarê normalkirina ziman a di beledîyeyan de ye.
Qanûna normalkirina baskî di asta rêveberîyên xwecîhî de ji alîyê hikumeta baskê ve hatibû amadekirin. Qanûn ji bo pêşxistina bikarînana baskî di rêveberîyên xwecîhî de pîvaneke mînîmûm ava dîyar kiribû.
Êrişên hiqûqê yên bi vî rengî di salên dawî de çend carên din pêk hatibûn. Bi biryarên dadgehan, hin qanûn, biryar û planên normalkirina bikaranîna zimanê baskî hatibû astengkirin. Tevgera civakî ya zimanê baskî Euskalgintzaren Kontseilua ji bo hişyarkirina civakê kampanyên berfireh meşandibû. Di encama vê de gelek çalakîyên ji bo parastina ziman li Welatê Baskê hatibûn lidarixistin.
Bajarê Bilbaoyê ji çalakîyên herî mezin re yên tîrmeh û çirîya paşîn a 2023an re malovanîyê kiribûn. Tevgera zimanê baskî niha jî li defa hawarê dixe û banga ji bo protestoyan dike. Tevî serfirazîyên di qada perwerdehîyê de jî, di jiyana civakî de bikaranîna ziman bi dijwarîyên re rû bi rû ye.
Deklerasyona 2024an a tevgera ziman
Tevgera zimanê baskî di meşa mezin a di çirîya paşîn de deklerasyonekê pêşkêşî civakê kiribû. Di deklerasyonê de de êrişên hiqûqî, girîngiya vejîna baskî û hewldanên ji bo vejînê di konteksta parastina ziman a navneteweyî de derketibên pêş.
Hin aliyên balkêş ên deklerasyonê wiha bûn:
Tevî hemû qedexe û dijwariyan, nifş bi nifş bi hezaran mirov Baskî tercîh dikin.
Li Araba (bi Îspanyolî Alava), Bizkaia, Gipuzkoa û li parçeyeke Navarrayê garantiyên bi mebesta meşandina polîtîkaya ziman a ji bo normalkirina ziman hatine dayîn, hene.
Dadgeh li hemberê polîtîkaya ziman biryaran didin û ev jî fikarên me zêde dike.
Astengkirina proseya normalkirina Baskî astenkirina mafên zimanî û yên bingehîn ên hezaran welatiyan e.
Dema mafên ziman di hemû qadên jiyanê de ku di nava wan de ked jî heye tên cîbicîkirin, wê demê vediguherin mafên rastîn.
Di asta cîhanê de zimanên hegemonîk bêtir dibin serdest û zimanên kêmar bêtir dibin marjînal.
Welatên Nordîk ên Ewrûpayê ji bo parastina zimanên xwe mesrefeke zêde dikin. Fransa û Îspanya ji bo zimanên xwe, di qadên radyo-televîzyonê û dîjîtalê de fonên mezin vediqetînin
Ji bo perwerdeyê, pêşxistina xwendin-nivîsandina bi Baskî ya kesên gihîştî, ji bo hilberîna radyo-televîzyonê, çandê û di qada sosyo-aboriyê de pêdivî bi çavkaniyên fînansî heye.
Ji bo vê jî Euskalgintzaren Kontseilua pêdiviyê bi peymaneke sosyo-polîtîk dibîne.
Ev peyman hem ji bo astengkirina êrişên li dijî ziman hem jî ji bo axêverên Baskî bikaribin li hemberê dijwariyên dema bê tedbîran bigirin, pêwîst e.
Ji ber berpirsî û kapasîteya wan a pêkanînê, ji sazî û hêzên polîtîk tê xwestin bibin parçeyeke vê peymanê.
ÎNFOWELAT