Zilma hikûmeta Şamê bi ambargoyê

Çarşem 21 Kanûn 2022 - 04:39

  • Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir diyar kir ku bi berdewamkirina dorpêça hikûmeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re, dibe ku nexweşxaneya yekane ya li her du taxan di çend rojên pêş de ji xizmetê derkeve. 

Dorpêça ku Firqeya 4`an a girêdayî hikûmeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, bandor li nexweşxaneya yekane ya li her du taxan jî kiriye. Her wiha hikûmeta Şamê sotemenî, ard û derman jî li ser şêniyan qut kirine.

Ji ber nebûna kehrebeya giştî, 24 saet ji bo kehrebeyê bidin nexweşxaneyê jenerator tên xebitandin. Lê belê metirsî hene ku di çend rojên pêş de xebatê nexweşxaneyê bê rawestandin.

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, Cegerxwîn Mihemed têkildarî mijarê diyar kir ku ji ber dorpêça Firqeya 4`an, sotmeniya li gel wan êdî diqede û herî zêde wê têra 10 rojan bike ku dibe di encamê de xebatê hemû beşên nexweşxaneyê bê rawestandin.

Tê zanîn ku nexweşiyên nefeskişandinê di zivistanê de zêdetir dibin, nexasim li gel pitik, zarok û temenmezinan. Di encama dorpêçê de, ji bilî dermanê bêhnçikbûnê tu derman ji bo wan nexweşan tune ne, oksejîna li nexweşaneyê jî têra hemû nexweşan nake.

 

Derman jî têrî nake

Cegerxwîn Mihemed destnîşan kir ku rojane nêzî 40 nexweşên bêhnkişandinê berê xwe didin nexweşxaneyê, lê belê tûpên oksejînê êdî têrî hemû nexweşan nakin.

Mihemed got, nexweşiyên mîna bronşît, rabû û hesasî di zivistanê de zêdetir dibin. Mihemed anî ziman ku karê tenduristiyê karekî mirovî ye, lê dorpêça hikûmeta Şamê ferz kiriye karekî dijî mirovahiyê ye. Her wiha Mihemed da zanîn gelek cureyên dermanan li nexweşxaneyê nemane û ji bo bidestxistina tûpên gazê û dermanan gelek astengiyan dibînin.

Cîgerxwîn Mihemed rewşa ku tê re derbas dibin wekî “man an neman” bi nav kir û bang li rêxistinan û aliyên têkildar kir ku destwerdanê bikin û çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin.

 

Jiyana nexweşan di xeteriyê de ye  

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, Cegerxwîn Mihemed bal kişand ku sotemeniya heyî êdî diqede û wê tenê têra 10 rojên din bike, eger neyê peydakirin jî wê nexweşxane ji xizmetê derkeve.

Cegerxwîn wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nexweşxaneya Xalid Fecir yekane navenda tendursitiyê ye ku xizmetan pêşkêşî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dike. Cihekî din ku nexweş berê xwe bidinê tune ye, jiyana pitik û zarokan û nexweşên bi nexweşiyên giran di xeteriyê de ye.”

 

Êzing jî qedexe kirine

Firqeya 4’an nahêle ku text û êzing jî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin. Bi wê yekê zêdetirî 200 hezar kesên li her du taxan dijîn, nikarin di vê demsala zivistanê de xwe germ bikin.

Endamên Firqeya 4’an ên li ser benda kontrolê ya Eşrefiyê rê nedan çend kamyonên bi êzingan barkirî ku wek alternatîfa sotemeniyê ji bo germkirinê tên bikaranîn, derbasî her du taxên dorpêçkirî bibin.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê buhayê lîtreya mazotê zêdetirî 11 hezar lîreyên Sûriyê ye, bermîleke mazotê jî -eger bê peydakirin- bi zêdetirî 2 milyon û 420 hezar lîre ye ku cara yekem di dîroka herêmê de buhayê mazotê digihêje vê astê.

Buhayê toneke êzingan li gorî cureya êzingan di navbera milyonek û 450 hezarî heta 2 milyon û 500 hezar lîreyên Sûriyê de ye û îhtîmal heye zêdetir bibe.

Firoşkarekî êzingan li taxa Şêxmeqsûd ku ji tirsa girtinê nasnameya xwe eşkere nekir, ji ajansa ANHA’yê re destnîşan kir ku bihakirina êzingan bermahiyên zeytûnan ên ji bo germkirinê tên bikaranîn an jî madeyên din ên alternatîfên sotemeniyê, encama ferzkirina bacan e.

Heman firoşkarî got: “Carinan em bi endamên li ser bendên kontrolê re li hev dikin ku li hember derbaskirina kel û pelan miqdareke mezin a pereyan bidin wan ku ew jî biqasî buhayê kel û pelên em dixwazin derbas bikin e. Ji lew re buhayê wan kel û pelan du qat zêdetir dibe. Ne Sûriye, ne jî gel xema wan e, tenê derdê wan ew e çawa berîkên xwe tijî bikin.”

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.