Rewş her diçe xirabtir dibe

Sêşem 19 Kanûn 2023 - 00:19

NISRÎN ŞÊXO / ANHA / HELEB

Tevî nerazîbûnên tund a ji bo bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û dewletên destwerdana aloziya Sûriyeyê kirine, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê hikumeta Şamê ve bi awayekî neheq û domdar hatiye dorpêçkirin.

Ferîda Mihemed yek ji bajarê Efrînê ya dagirkirî û li taxa Şêxmeqsûd a Helebê tevî 3 zarokên xwe yên biçûk dimîne. Ferîde metirsiyên xwe derbarê dorpêçê de wiha got:"Mazot nîne, em ê çawa zivistanê derbas bikin, em ê çawa zarok û mezinan ji sermayê biparêzin. Heta niha min sobe daneniye ji ber ku me heta niha para xwe ya mazotê ku 100 lître ye wernegirtiye.  Yên ev par bi dest xistine jî kêm in. Ji ber ku hikumeta Şamê dorpêç giran kiriye û nahêle mazot derbasî her du taxan bibe."

Çima cîhan bêdeng e?

Meryem Ehmed a 47 salî ku dayika 4 zarokên biçûk e, ji Efrîna dagirkirî ye û li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih bûye. Meryem dorpêçê wek sedema sereke ya xirabûna rewşê bi nav kir û got:"Rewş roj bi roj xirabtir dibe, gelo dê heta kengî encamên tirsonek ên dorpêçê me aciz bike, em ne ji vî welatî ne, em ji welatekî xerîb nehatine, çima mafên me ji dest me tên girtin?Tiştê ku me aciz jî dike, paşguhkirina welat û rêxistinên mafên mirovan a êş û azarên me ye, her kes lal û kor e. Çi sûcê zarok û mezinan heye, hindek maye em derbasî çilrojên zivistanê bibin û heta niha me mazot bi dest nexistiye. Dorpêç tenê bi jêdera germkirinê re sînordar nema, lê belê nebûna sotemeniyê bandor li xebatên jeneratoran jî kir ku saetên dayîna kehrebeyê jî kêm bûn."

Em dev ji axa xwe bernadin

Bêrîvan Mihemed jî wiha got:"Ji dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê me dagir kir û bi darê zorê em ji Efrînê hatin koçberkirin û hatin li vê taxê bi cih bûn, hêmanên jiyanê di encama dorpêçê de lê peyda nabin. Dorpêça ku hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dimeşîne me difetisîne. Wek gel li ser axa me mafên me hene ku divê em li gorî wê bijîn. Li beramberî vê dorpêçê berxwedan û vîneke xurt heye û ev dorpêç wê bandorê li girêdana me ya bi xaka me re neke." Ji bilî her du taxan, hikumeta Şamê  dorpêçeke bi heman rengî li ser kantona Efrîn û Şehbayê ferz dike û bi hezaran xelkê bi darê zorê ji Efrînê hatine koçberkirin û di nav kampan de ne, ji sotemeniyê, madeyên bingehîn û tenduristiyê mehrûm kirine.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.