Kobanê 31 roj in dorpêçkirî ye

Pêncşem 19 Sibat 2026 - 03:30

Çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk ji 20`ê Çileyê ve bajarê Kobanê dorpêç kirine, ku bûye sedema xirabûna rewşa zêdetirî 600 hezar sivîlan li bajêr û gundewarên derdora wê.

Rê girtî ne, derfet nayê dayin xwarin û pêdiviyên bijîşkî derbas bibin. Nexweşxane ji ber kêmbûna dermanan, bi taybet ji bo nexweşiyên kronîk û rewşên awarte, bi derfertên herî kêm dixebitin. Şîrê zarokan hema hema tune ye, jiyana bi sedan pitikan di xeteriyê de ye. Berdewamiya dorpêçê wê bibe sedema zêdebûna rêjeyên nexweşî û kêmxwarinê, bi taybet di nav zarok û extiyaran de. Dorpêçkirin her wiha bûye sedema kêmbûna pêdiviyên germkirinê, ku êşa şêniyan, bi taybet di kamp û stargehan de, girantir kiriye. Şêniyan daxwaza vekirina korîdorên mirovî kir da ku xwarin, derman û sotemenî derbasî herêmê bibin, û diyar kirin ku dorpêçkirina berdewam binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan ên bingehîn e.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.