Rewşa nexweşxaneyên Kobanê krîtîk e
Çarşem 18 Sibat 2026 - 03:58

Li Kobanê her ku diçe rewş ber bi karesetê ve diçe û li gorî bijîşkan ger heta du hefteyên din rewş wiha dewam bike wê nexweşxane deriyên xwe ji nexweşan re bigirin. Ji 1'ê Sibatê dema dorpêçê û vir ve ye zêdeyî 20 hezar nexweşan serî li nexweşxaneya li Kobanê dane. Ji wan rewşa 5 hezar û 515’an giran bû. Ji ber nebûna derman û dorpêçê zêdeyî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji bijîşkê li nexweşxaneya Kobanê Amir Denden têkildarî rewşa dawîn a Kobanê, zêdebûna nexweşan û nebûna dermanan ji ANF’ê re axivî. Bijîşk Amir Denden diyar kir ku nexweşxane di nava rewşeke gelekî xirab de ye û got:“Ev nêzî mehekê ye Kobanê di bin dorpêçeke gelekî giran de ye. Ceyran û av hatine qutkirin. Pêdiviyên sereke nayên bidestxistin. Dema ku av ne paqij be, dibe sedema derketina nexweşiyên cuda. Ji ber qutkirina avê gel ava bîran vedixwe. Tevî ku ekîba nexweşxaneyê bîst û çar seetan dixebite jî ji dema dorpêça li ser Kobanê û heta niha tu derman nehatine bajêr.” Amir Denden anî ziman ku ger rewşa nexweşxaneyê wiha biçe û derman neyên, wê nexweşxane di hefteyên li pêşiya me de deriyên xwe ji nexweşan re bigire û got:“Ji ber vexwarina ava nepaqij, gelek zarok nexweş bûn û bi jehrê ketin. Jixwe çend rojan beriya niha zarokekî bi navê Xelîl Mislim ê 8 mehî jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de jî pêleke koçberan ya mezin ber bi bajarê Kobanê ve hat. Êdî dermanên me jî roj bi roj kêm dibin. Ji dema dorpêçê û heta niha, derman neketine nava bajar. Ger rewş wiha berdewam bike, derman li nexweşxaneyê namînin û nexweşxane wê ji xizmetê derkeve.’’ Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Kobanê 6 nexweşxane hene, 2 ji wan yên taybet in û yê din jî girêdayî Desteya Tenduristiyê ye. Lê belê hemû nexweşxane jî ji ber kêmbûna dermanan di nava rewşeke zehmet de ne. Her wiha her ku diçe jî hejmara nexweşên ku serî nexweşxaneyan didin jî zêde dibe ku piraniya wan ji ber jehrîbûna ji avê tên nexweşxaneyan.
ANF/CÛDÎ ÎBRAHÎM














