Destûr xizmeta komekê dike

Çarşem 30 Nîsan 2025 - 03:05

Bertekên li hember Danezana Destûrî ya desthilta Şamê zêde dibin. Siyasetmedarên ji Til Temirê bi tundî rexne li danezanê kir û got:" Destûr bi awayekî yekalî hatiye nivîsandin.”

Desthilata Şamê di Adarê de Danezana Destûrî pejirand. Danezan bêyî beşdariya çalak a partî û hêzên nîştimanî hat derxistin û bû sedema bertekan. Siyasetmedaran ew wek hewldaneke biçûkxistina cihêrengiya Sûriyeyê û vegerandina welat bo serdema berî sala 2011’an nirxand.

Çalakvanê siyasî Ela Zahir El Hesen ê ji bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê diyar kir ku gelê Sûriyeyê zêdetirî 50 salan di bin serdestiya malbata Esed de êş û azar kişandi. Her wiha diyar kir ku serhildana sala 2011’an şoreşek bû ji bo rizgarkirina ji zilm û mêtingeriyê.

El Hesen got: "Piştî rûxandina rêjîma berê, Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bû di bin serweriya Heyet Tehrîr El Şam de. Lê wan destûrek ku daxwazên gelê Sûriyeyê temsîl nake derxist. Ew destûr tenê xizmeta komeke taybet dike.”

Siyasetmedar Xedîce Asim Îbrahîm jî bi tundî rexne li Danezana Destûrî kir û got: "Hemû pêkhate û mezhebên gelê Sûriyeyê li derve dihêle. Destûr bi awayekî yekalî hatiye nivîsandin, bêyî çavdêrî û beşdariyeke bibandor a beşên cuda yên civaka Sûriyeyê, lewma ew nûnertiya tu mezheb û pêkhateyeke nîştimanî ya rast nake.”

ANHA/HESEKÊ/ABDILXENÎ EL HAMAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.