Ji bo Kurdistanê nimûneyek e

Çarşem 30 Nîsan 2025 - 03:40

Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (P.Ç.D.K-S) Salih Gedo têkildarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê axivî. Salih Gedo da zanîn ku ev dem ne tenê ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, ji her çar parçeyê Kurdistanê re demeke dîrokî ye û konferansa li Rojava ji bo her sê parçeyên din ên Kurdistanê û ji bo gavavêtina ber bi yekitiyê ve nimûneyek e. Gedo got konferans ji bo bicihanîna mafên Kurdan gava yekemîn e. Salih Gedo diyar kir ku divê li parçeyên din ên Kurdistanê jî pirsgirêk û nakokiyên di navbera aliyên kurdî de bên rakirin, yekitiya xwe ava bikin da ku ew bi hev re bigihêjin pêkanîna kongreyeke neteweyî ya kurdistanî. Salih Gedo da xuyakirin ku li konferansa ji bo Rojavayê Kurdistanê ji Bakur û Başûrê Kurdistanê partî beşdar bûn, dengê piştgirîdayînê yê Rojhilatê Kurdistanê jî hatiye wan. Roja konferans hate lidarxistin, rojeke gelekî pîroz e û cihê serkeftinê ye.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.