Divê Şam nebe hevkarê qirkirinê

În 22 Kanûn 2023 - 00:15

Dorpêça hikumeta Sûriyê kêm zêde derdikeve ser ragihandinê. Xelkê Rojava pêşketinan ji nêz ve û bi fikar dişopîne. Ji Şehbayê, yan jî ji Şêx Meqsûd gef an jî xeteriyek ji bo hikumeta Şamê tune ye. Berovajî ji xwe Kurd bi hêzên hikumetê û gelê herêmê re di nava hev de dijîn. Ev ne penaberên ji herêmek din an jî dewleteke din in. Hemwelatiyên dewleta Sûriyê ne. Hikumeta Şamê çima hemwelatiyên xwe dorpêç dike? Pêwîste ev pirs werin pirsîn û bi awayek cidî bersiv bên dîtin. Şam, li şûna ku dorpêçê dane, yan jî wan neçarî xwe bike, eger hêza xwe bi wan re bike yek wê sûdek erênî bide paşeroja tevahî Sûriyê. Erdoganê faşîst her roj gefan li herêmê dixwe. Erdogan di rojên derbasbûyî de got, wê ji Til Rifetê destpê bike tevahî herêmên rêveberiya xweser ji hev belav bike û dagir bike. Gefên “Emê ji nişkeve di şevekî de bên” dike û amedekariyên dagirkeriya xwe didomîne. 

Rûsya dewleta Tirk provoke dike

Eger li bîra we bê di danezana encama Astanayê de rêveberiya xweser weke rêveberiyek ne rewa hatibû îlankirin. Daxuyaniyên berê cuda bûn. Herêmên xweser, hîn zêdetir jî Kurd weke “Yekîtiya siyasî û axa Sûriyê” dihatin parastin. Rûsyayê car bi car ji bo Tirkiyê provoke bike digot wê DYE ji Kurdan re dewletekî çêbike. Lê cara yekem di hevdîtina dawî ya Astanayê de rêveberiya xweser weke ne rewa hate pênasekirin. Di rastiyê de ev daxuyaniyek bû ku dewleta Tirk dixwest.  Hikumeta Şamê yan jî Îran Sûriyeyek demokratîk naxwazin. Daxwaz û derdek Rûsyayê ji bo Sûriyeyek demokratîk tune ye.  

Dixwaze serî bi Kurdan bitewîne

Dema em di ronahiya van bûyerên siyasî de li pirsgirêkê binêrin, armanca hikumeta Şamê ewe ku bi vê dorpêçê serê Kurdan bitewîne û ji wan herêma derbixe. Ji xwe gel hejar e. Tevahî gelê Sûriyê hatiye wê rewşê ku nikare henaseyekê bistîne. Di bin van dorpêçan de dorpêçên din tên danîn. Ev dide nîşan ku niyeta hikumetê çiqas xirab e. Tişta ku gelê Kurd û gelê herêmê dixwazin hinek demokrasî û parastina hebûna çanda wan e. Ev tiştên neçarî ne, mafê wan ê herî xwezayî ye. Ji bo vê pêwîst nake ku bibe dijminê gelan, wan neçarî koçberiyê bike, vîna wan bişkêne yan jî wan neçarî radestbûnê bike. Eger mirov derfetên bicihbûn û xwegermkirinê nebînin wê rê ji mirinê re vebe. Pêwîste rêveberiya Şamê pêvajoyê negihîne rewşa mirinê. Nebe hevkarê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk. Perçiqandin û şikandina vîna gelan ji bo pêşeroja Sûriyê tu sûdê nade. Pratîkên hatine jiyîn di vê mijarê de tijî ders in.

ZEKÎ BEDRAN/RONAHÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.