Ambargoya Iraqê li ser Mexmûrê
În 25 Nîsan 2025 - 03:20
Xelkê Mexmûrê ji 1994’an heta niha ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk gelek war guhertine û niha li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bicih bûye. Li vê derê jî ji 2019’an ve ambargoyek ji aliyê PDK’ê ve li ser xelkê wargehê tê domandin. Nasnameyên xelkê wargehê ji sala 2023’yan ve nehatine nûkirin. Niha jî ji aliyê hikumeta Iraqê ve rê nayê dayîn kelûpelên çêkirina xanî û hwd derbasî nava wargehê bibin.
Têkilarî mijarê Hevşaredarê Wargeha Mexmûrê Edban Yilmaz axivî û bang li Iraqê kir ku ambargoya heyî rake û got:“Ji sala 1994’an heta 1998’an me gelek cih guhertine, Li hemberî hemû zilm û zoriyan niha em bi qasî 600 km ji sinorê Bakur dûrin. Dema em hatin vêderê, ev cih wekî çolekê bû me bi derfetên xwe jiyan afirand. Di sala 2019’an de Herêma Kurdistanê ambargo danî ser wargehê, ji wê demê heta niha bi ti awayî rê nayê dayîn ku gelê wargehê derbasî Herêma Kurdistanê bibin. Tevî ku serjimêrî ji aliyê Iraqê ve hatin kirin û daîreyên wan bi awayek fermî di nava wargehê de hene jî, lê ji pirsgirêkên gel re nebûne bersiv. Ev bi qasî salekê ye sozên ku berpirsyarên dewletê dabûn me pêkneanîne. Soz dabûn wê nasnameyên me nû bikin, lê heta niha jî nehatine nûkirin. Ev jî dibe sedem ku karkerên me li Bexda, Necef û gelek cihên Iraqê bên girtin û bêyî ku sedemekê nîşan bidin vedigerînin.”
Piştî hevdîtinan ambargo zêde dibin
Edban Yilmaz qala xemsariya hikûmeta Iraqê ya li beramberî wargehê kir û got:“Em weke şaredarî li gorî derfetên xwe hinek xizmetên weke paqijî, çêkirina cadeyan, av, elektirîk û weke din dikin. Her çiqasî hikûmet Iraqê bixwe hat wargehê û bixwe cade û kolanên wargehê dîtin jî, lê heta niha ti xizmetguzarî pêşkêş nekirine. Me jî li gorî derfetên xwe hinek kevir ji derveyî wargehê ji bo çêkirina rê û cadeyan bikaraniye. Lê em dibînin bi qasî 3-4 rojane ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nîv ambargoyek daniye li ser wargehê, yanî ji bo anîna kel û pelên xaniyan astengî tê derxistin. Hevdîtina Hakan Fîdan ya bi têkiliyên derve ya Iraqê re hatî kirin û şûnde ev astengî hatiye derxistin.
Niha astengiya kel û pelên xaniyan bi serê xwe pirsgirêkeke, ji ber ku civaka me civakekî karkere bi keda xwe, li ser lingan xwe digire. Dema em destpêkê hatîn vêderê, em hemû dibin çadiran de bûn, lê niha hinek derfet çêbûne her kes cihê xwe çêdike, her wiha rojane zewac çêdibin û malbat mezin dibin. Li ser vî bingehî pêwîstî pê heye ku xanî bên çêkirin. Hikûmeta Iraqê ev hefteyeke rê li hatina kel û pelên xaniyan girtiye. Weke rêveberên vê wargehê me çend caran hewlda ji bo çareserkirina vê mijarê em bi berpirsên Iraqê re rasterast hevdîtin bikin, lê heta niha çênebûye.” Hevşaredarê Mexmûrê Edban Yilmaz herî dawî bang li hikûmeta Iraqê û berpirsên wê kir ku tavilê ambargoya li ser wargehê rakin.
ROJNEWS/XURBET TALLÎ