Yekane rê rêxistinbûn e

Çarşem 30 Nîsan 2025 - 03:35

Li bajarên peravê yên Sûriyeyê bi taybet li Laziqiye, Hama, Hums û Tertûsê qetlîamên li dijî Elewiyan dewam dikin. Li gorî rapora Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku di 15’ê Nîsanê de hat weşandin, di komkujiyan de di serî de jin û zarok herî zêde bûne hedef û di meha dawî de 17 jin û zarok hatine revandin û 5 elewî jî hatin qetilkirin. Endama Têkiliyên Derve ya Kongreya Star Ronahî Hesen ku li bajarên peravê li ser mijarê lêkolînê dike nirxandin kir. Ronahî Hesen diyar kir ku bi rûxandina rejîma Baasê re li Sûriyeyê hêviyek çêbû û got:"Piştî rûxandina rejîmê êrîş li ser Elewiyan hatin kirin. Lê belê di 7'ê Adarê de êrîşeke mezin li ser elewiyan pêk hat. Di çarçoveya van êrîşan de li hin herêman gelek jin hatin revandin û qetilkirin.”

Jinên Elewî li bazarê tên firotin 

Ronahî Hesen bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ'ê di sala 2014'an de jinên Êzidî li bazaran de firotin û got:"Îro jinên Elewî li bazaran tên firotin, malên wan tên talankirin. Ji gelek jinan agahî nayên girtin, em nizanin ev jinên ku tên revandin dibin ku. Di hin vîdeoyên ku endamên HTŞ'ê li ser kanalên medyaya dîjîtal parvekirin de, tê gotin ku di operasyonên li bajarên peravê de jin jî li gel xwe birine." Ronahî Hesen bal kişande ser rabirdûya HTŞ'ê û got:"Hikûmeta niha li ser bingeha yek neteweyê ye, lê belê li Sûriyeyê yek gel jî nemaye, ji bilî Ereban Kurd, Durzî, Elewî, Xiristiyan, Tirkmen û hwd. Ji ber vê yekê jî baweriya kesî bi hikûmeta Şamê nayê. Ji bo ku Komkujiya Elewiyan rawestîne Rêveberiya Xweser hewl da alîkariyê ji Elewiyan re bişîne. Lê li hemberî komkujiyên ku tên kirin bêdengiyek mezin heye. Ronahî Hesen ku têkildarî komkujiya li dijî Elewiyan bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir û got:"Yekane rêya li dijî êrîşan rêxistinbûn e. Dema ku rêxistin nebe, em ê bibin hedefa êrîşan. Weke Rêveberiya Xweser, em diyar dikin ku em li kêleka jinên Elewî ne. Xebatên me ji bo pêşîgirtina li qetlîama li wir û veguhestina jinan ber bi herêmên ewle dewam dike.”

JINNEWS/DERYA REN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.