Bila şervanên YBŞ’ê bên berdan

Çarşem 30 Nîsan 2025 - 03:10

Tevî sozên ku ji aliyê rayedarên Iraqê ve hatine dayîn jî, her 5 şervanên YBŞ’ê di Cejna Çarşema Serê Nîsanê de nehatin berdan. Saziyên gel rexne li siyaset û helwesta hikûmetê kirin û gotin, “Pêwîst e dewleta Iraqê ne bi vî awayî nêzîkî me bibe, pêwîst e ciwanên me bêne berdan.’’

Di 18’yê Adarê de, dema li ser erka xwe bûn şervanên YBŞ’ê ketin kemîna artêşa Iraqê û çend ji wan birîndar bûn û 5 şervanên YBŞ’ê ketin destê artêşê. Dayikên şervanan û şêniyên Şengalê li hêviyê bûn ku di Cejna Çarşema Serê Nîsanê de her 5 şervanên YBŞ’ê serbest bêne berdan, lê heya niha ev pêk nehatiye û di ser de hin aliyên ku dixwazin pirsgirêk çareser nebe hewl didin şervanên YBŞ’ê ku çeteyên DAIŞ’ê şikandine, bi ‘yasaya terorê’ dadgeh bikin û ceza bikin.

Endamên Meclîsa Gel a Dîgurê rexne li hikumeta Iraqê kirin ku ruxmê sozên hatî dayîn şervanên YBŞ’ê serbest nehatine berdan û bang li rayedraan kirin ku her 5 şervan tavilê bêne berdan.

Endamê Meclisa Gel a Dîgurê Dexîl Xwedêda bibîrxist ku her 5 şervanên YBŞ’ê ev 41 roj in di destê Iraqê de girtî ne û wiha axivî: ‘’Hikûmeta Iraqê soz dabû ku di cejna Çarşema Serê Nîsanê de ewê werin berdan. Lê ev hefteyek di ser cejnê re derbas bû hevalên me nehatine berdan. Ne rast e ku şervanên YBŞ’ê ji ‘yasaya terorê’ werin dadgehkirin.”

Endamê Meclîsa Gel a Dîgurê Mirad Bektaş rexne li hikûmeta Iraqê kir ku ruxmê sozên hatî dayîn şervanên YBŞ’ê di cejna Çarşema Nîsanê de nehatine berdan û wiha berdewam kir: ‘’Ji aliyekî ve dewleta Tirk li ciwanên me dide, şehîd dixe. Hê ji bîrina me ya Êzidiyan xwîn diçe. Pêwîst e dewleta Iraqê ne bi vî awayî nêzîkî me bibe, pêwîst e ciwanên me bêne berdan.’’

ŞENGAL-ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.