Armanc şikandina îradeyê ye

Duşem 6 Gulan 2024 - 00:26

NÛJIYAN ADAR / ANF / HELEB

Her du taxên Kurdan ên li Helebê piştî dagirkirina Efrînê bê navber rû bi rûyê ambargoya rejîma Şamê dibin. Atolye û kargehên ku derfetên kar ji 15 hezar kesî re peyda dikin, ji ber ambargoyê hatine rewşeke wisa ku nekaribin bixebitin.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê nifûsa xwe zêdeyî 200 hezarî ye. Weke 7 meclîs û 89 komînên xweser ên jinan û giştî xwe bi rêxistin dike. Cîgira Meclîsa Giştî ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan û Endamê Meclîsa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko der barê ambargoyê de axivîn.

Koçberî tê ferz kirin

Emîn Elîko, bal bire ser aliyên siyasî, civakî û aborî yên ambargoyê û got:"Li taxê hezar atolye û kargeh hene. Destûr nayê dayîn ku qumaşên hewce derbasî atolyeyan bibin. Di van atolye û kargehan de nêzî 15 hezar kes dixebitin. Ambargoya hatiye ferzkirin, birçî û tî hiştin e. Zarokek ji şîr û nexweşekî ji derman bêpar dikin. Hûn biçin kîjan dermanxaneyê taxê, hûn nikarin hin dermanên ku dixwazin bi dest bixin, lê li bajarê Helebê ku li rex me ye ev derman tê peydakirin. Li bendên kontrolê yên hikûmeta Şamê dest datînin ser van dermanan. Dijmin bi dagirkeriyê gel dane koçberkirin û hikûmeta Şamê jî bi ambargoyê hewl dide wan bide koç kirin. Li şûna ku gelên Sûriyeyê biçewisînin; divê avakirina Sûriyeke nenavendî li ser bingeha demokrasî, edalet û wekheviyê hilbijêre."

Ambargoyê jiyan tevizandiye

Her wiha Arîn Henan, jî bi bîr xist ku derbasbûna mazotê û kelûpelên tenduristiyê jî di demsala zivistanê de tê astengkirin û got:"Hejmara zarokên biçûk û kesên temenmezin zêde ye. Peydakirina şîr pirsgirêkeke mezin e. Dermanên ku mirovên bi nexweşiyên kronîk bi rêk û pêk bi kar tînin hene. Carnan ev nexweş bi mehan nikarin van dermanan bi dest bixin. Em bi hikûmeteke ku li hemberî gelê xwe siyaseta qirêj dimeşîne re rû bi rû ne. Eger hikûmeteke ku xema gelê xwe rakiriba, rewşa Sûriyê wê ne bi vî rengî bûya. Di bin ambargoyê de derfetên hilberîn û projeyê pir kêm in. Her wiha afirandina şert û mercên kar jî gelekî zehmet e." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.