Nikarin têkoşîna me têk bibin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 6 Gulan 2024 - 00:32

RAPERÎN BEKIR / NÛJINHA / HELEB

Rêgirî û ambargoya hikûmeta Şamê ya li ser qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Hikumeta Şamê ya nahêle pêdiviyên bingehîn ên jiyanî derbasî heremê bibe, li Helebê li gel rêgirî û ambargoyê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê zextê li gel dike. Xelkê taxên Şêx Meqsûr û Eşrefiye yê Helebê anîn ziman ku ketina taxê ya pêdiviyên jiyanî yên mîna xurek û sotemeniyê tê astengkirin û ji bo rakirina rêgiriyê bang kirin. Hevseroka Komîna Şehîd Gelhat Nahla Mustafa nerazîbûn nîşanî polîtîkayên hikûmeta Şamê da û got:“Şehba jî di nav de, ev rêgiriya ku hikûmeta Şamê li ser taxan pêk tîne sûcê mirovî ye. Di serî de nexweşên giran jiyana bi hezaran kesan di bin metirsiyê de ye. Ji bo jiyanek aram û bi ewle me têkoşîn da. Rêgirî nikare me ji berxwedana me û têkoşîna me dûr bixe. Berevajî vê yekê biryardariya me ya têkoşîn û girêdanbûnê qewîmtir dike. Em bang li saziyên navnetewî dikin ku ji bo rakirina rêgiriyê zextê li hikûmeta Şamê bikin.”  Ji şêniyên taxê Roşhan Hasan anî ziman ku zêdetir jin ji rêgiriyê bandor dibin, Samar Al-Alî jî rêgiriyê weke polîtîkayek zanebûn a hikûmeta Şamê şîrove kir. Samar Al-Alî got:“Dixwazin bi vê polîtîkayê me dîl bigirin. Hewl didin pergala me ya demokratîk ji holê rakin, girêdanbûna me ya têkoşînê tune bikin. Bi ti awayê nikarin têkoşîna me tune bikin. Ya ku dihêle em bibin xwedî vîn têkoşîna me ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.