Iraq zextên li ser Mexmûrê tund dike
Duşem 28 Nîsan 2025 - 03:05
Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek balkişand li ser zextên li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê û wiha got: “Pêwîst e em li hemberî rewşek wiha şiyar bin. Divê gelê Kurd li hemberî van nêzikatiyan xwedî helwest be.”
Ev zêdeyî du salan e nasnameyên penaberên Mexmûrê nayên nûkirin, ji bo vê jî gelek caran di rêyên hatin çûyînê de pirsgirêk ji bo gelê wargehê tê derxistin. Têkildarî vê mijarê Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Seîd Çomlek axivî.
Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ev demeke dirêj e zextên dewleta Iraqê ya li ser wargehê zêde bûye û got: “Di aliyên hatin, çûyîn kar û anîna kel û pelên avahîsaziyan de pirsgirêkan derdixin. Beriya 2019’an wargeha me ser bi hikûmeta Herêmê bû, ji wê salê û şûnve têkiliyên me bi hikûmeta herêmê re hatin qutkirin û ambargoyê destpê kir. Ji bo çûyîna Silêmaniyê pirê caran ji aliyê Iraqê ve astengî dihatin derxistin. Wek sedem jî; derbazbûna demê nasnameyên me yên penaberiyê tên nîşankirin. Piştî van astengiyan hemû hatin çûyîna xelkê wargehê kete aliyê Hikûmeta Navendî ya Iraqê. Di van demê dawî de li herêmên Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî ji bo me pirsgirêkan derdixin. Gelek caran ev pirsgirêk dubare bûne. Lê me bi têkiliyên xwe ev pirsgirêk çareser dikirin. Ji ber ku nasname ji aliyê Hikûmetê ve nayên nûkirin ev pirsgirêk her car xwe dubare dike.”
Seîd Çomlek destnîşan kir ku pirsgirêka niha li ser wan tên ferzkirin û ambargoya tê dayîn di encama lihevkirina bi dewleta Tirkiyeyê re ye û wiha domand: “Pêwîst e em li hemberî rewşek wiha şiyar bin. Divê gelê Kurd li hemberî van nêzikatiyan xwedî helwest be.”
ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN / JIYAN PÎRAN