Nexweşiyên zarokan zêde bûn

Çarşem 27 Kanûn 2023 - 06:54

NISRÎN ŞÊXO / ANHA / HELEB

Rêjeya nexweşiyên zarokan di encama dorpêçê de zêde bû

Di encama doprêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye de, sotemenî li her du taxan kêm bû û ew jî bandor li kar û xebatên saziyên her du taxan kir. Di nav de nexweşxaneya Xalid Fecir ku ji ber nebûna mazotê, germahî lê tune ye û malbatên nexweşan li ser jiyana nexweşên xwe bi fikar in.

Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yekane ye. Di zivistanê de hejmara nexweşan zêde dibe bi taybet zarok. Di zivistanê rêjeya nexweşbûna zarokan zêde dibe. Lê ji ber rêbazên pêşî yên germkirinê, piraniya zarokan bi bronîştê dikevin. Di zivistanê de herî zêde, serma, grip, bronîşt, êşa qirikê û grîpa mîdeyê di nav zarokan de belav dibin.

Rêvebera Beşa Zarokan a Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, Fereh Xerbûtlî got:“Li şûna mazotê, paçik bi kar tînin û xwe li ber germ dikin. Lê bi bêhinkirina wê re nexweşî çêdibin. Bêhnkirina domana ji ber şewitîna naylon, karton û bermahiyên caw derdikeve, bêhnkirina wê zirarê li tenduristiya zarokan dike. Ne alternatîfê mazotê ye lê mixabin şênî li hember dorpêçê bê çare ne."

Şêrîn Mihemed a li taxa Şêxmeqsûd dimîne, keça xwe ya 11 salî ji ber nebûna mazotê û sermaya zêde, nexweş e û li nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir derman dike.

Şêrîn got tu alternatîfê mazotê nine, xwe bi betaniyê dipêçin ji bo ku xwe germ bikin. Şêrîn wiha domand:"Rewşa keça min ji zarokên li taxê ne cuda ye. Malbat neçar dibin xwe li ber bermahiyên caw germ bikin. Ew ji bo zarokan zirar e."

Hêjayî bibîrxistinê ye, sala bihurî di encama dorpêçê de, zarokê bi bi navê Wîsam Seydo yê 4 salî û pitika 17 rojî Hisên Kîbar jiyana xwe ji dest dan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.