Bi îdîa û wêrekî pêşengî kir

Çarşem 30 Nîsan 2025 - 03:50

  • PAJK'ê diyar kir ku Pelîn Zozan 27'ê Çileya 2025'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û got:"Têkoşîna hevrêya me Pelîn wê bi têkoşîna hevrêyên xwe û jinan mezin bibe ku ji bo azadiyê her roj li ser piyan e."

Koordînasyona PAJK'ê ragihand ku Pelîn Zozan a ku beriya niha di nava Konseya Rêveber a KJK'ê de wezîfe kir, şehîd bûye. Di daxuyaniya ku li malpera PAJK'ê hate weşandin, hate gotin:"Di meşa xwe ya milîtaniyê ya 23 salan de bi îdîa, werekî û sekna xwe ya şênber pêşengî kir. Di serî de malbata hevrêya me Pelîn Zozan em sersaxiyê ji jinan hemûyan û gelê xwe re dixwazin. Li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna hevrê Pelîn em ji xwe re weke wezîfeya bingehîn dibînin ku cîhanekê biafirînin ku jin û gel lê azad bin." Daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê bi vî rengî ye:"Hevrêya me Pelîn Zozan ku yek ji van hevrêyên me bû, di 27'ê Çileya 2025'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Di meşa xwe ya milîtaniyê ya 23 salan de bi îdîa, werekî û sekna xwe ya şênber pêşengî kir. Di serî de malbata hevrêya me Pelîn Zozan em sersaxiyê ji jinan hemûyan û gelê xwe re dixwazin. Li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna hevrê Pelîn em ji xwe re weke wezîfeya bingehîn dibînin ku cîhanekê biafirînin ku jin û gel lê azad bin.

Li her qada têkoşînê kar kir

Hevrêya me Pelîn sala 1981'ê li Wanê li nava malbateke welatparêz a ji 5 zarokan weke keça yekane ji dayik bû. Ji malbateke welatparêz bû ku bi eslê xwe ji Bedlîs-Xîzanê ye. Hevrêya me Pelîn ku ji zarokatiya xwe ve tevgera azadiyê nas dikir û xwedî hişmendiyeke kûr a neteweyî bû, taybetmendiyên wê yên Kurdistanî kir ku li hemberî mêtingerî û zilma li Kurdistanê helwestê nîşan bide. Hevala Pelîn ji salên xwendina lîseyê û pê ve bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bû û meşa xwe ya şoreşgerî bi biryara milîtaniyê ya sala 2001'ê bêhtir şênber kir. Li gel birayê xwe Azad Serbilind bû yek ji milîtanên pêşeng û kadroyên bijarte yên têkoşîna azadiyê. Hevrê Pelîn her ku fikrên Rêbertî yên li ser azadiya jinê nas kir, lêgerînên xwe jî kûr kir û meşa xwe ya têkoşînê ya ji 23 salan bi temamî ji bo azadiya jinan bi rê ve bir. Hevrê Pelîn di van salan de hem tevlî nava karên jinan bû, hem jî li her qada têkoşînê kar kir, li zindanên dewleta Tirk ma. Weke Konseya Rêveber a KJK'ê ji têkoşîna civakî û têkoşîna azadiya jinan re pêşengî kir. Ji bo Îdeolojiya Rizgariya Jinê civakî bike bi dil û can kar kir.

Xeyala wê dîtina Rêbertiyê bû
Hevrê Pelîn hişmendî, rêxistinî û ked di kesayetiya xwe de kir yek, bû milîtaneke pêşeng û kadroyeke PAJK'ê ya pêşeng. Bi kesayetiya xwe ya wêrek, dilxwaz û xurt li her qadê wezîfeyên şoreşgerî pêk anî, ti carî gav paşve neavêt. Hemû wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî û encam wergirt. Bû mifteya serketinê ya sekna bi dîsîplîn, karkerî û çanda rêxistinî ya xurt. Bi kesayetiya xwe ya bi îdîa û biryar, bi zelalî û hevgirtina xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak. Di perwerdeya jinan û hevrêyên xwe de, di afirandina hişmendiya azadiyê de kedeke mezin da. Ji ber vê yekê jî gelekî hate hezkirin. Bi taybetmendiyên xwe yên bi bandor û rêxistinî derdora xwe guhert û veguhert. Xeyala wê ya ji bo dîtina Rêbertî, armanca wê ya ji bo avakirina cîhaneke ku jin lê azad bin û azadiya Kurdistanê kir ku bi kelecan, hezkirin û dilxwazî tevlî kar bibe. Bi tempo, kelecan û hevrêtiya xwe di dilê hevrêyên xwe de cih girt.

Li hemberî dewleta Tirk xwedî helwest bin
Heta roja şehîd bibe, weke kadroyeke pêşeng a li ser xeta PAJK'ê li her cihî rola xwe bi xurtî bi cih anî. Heta ku êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li hemberî milîtanên şoreşger dewam bikin ku ji bo azadiya jinan têdikoşin, wê têkoşîna li ser bingeha xweparastinê jî mafê me yê herî rewa be. Em ê parastina feslefeya Jin, Jiyan, Azadî û mezinkirina têkoşîna azadiyê dewam bikin. Em bang li jinan, gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemberî sûîqest û komkujiyên ku dewleta Tirk li hemberî milîtanên pêşeng ên azadiya jinê dike, têkoşînê mezin bikin, helwestê nîşan bidin. Têkoşîn û xeyalên azadiyê yên hevrêya me Pelîn wê bi têkoşîna jinan mezin bibe ku her roj ji bo azadiyê li ser piyan e û jiyana azad û civaka demokratîk tacîdar bibe. Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya şehîd wiha ye:

Pelîn Zozan (Pelîn Yilmaz), li Wanê jidayîk bûye, 27’ê Çileya 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.