Bang roniyek hêviyê ye
Çarşem 30 Nîsan 2025 - 03:15
ROZA METÎNA / AMED
Rêvebera DEM Partiyê ya Stenbolê Gîzem Kuzuk têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd a "Aştî û Civaka Demokratîk" de diyar kir ku ev bang ronîyek girîng a hêviyê ye û got:"Çimkî bi vê re şansek heye ku di civakek demokratîk de jiyaneke hevpar were avakirin. Wiha aştiyeke bi rûmet dikare were bidestxistin."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" kir. Piştî bangê kar, xebat û civîn di nava gel de ji bo bangê hatin kirin. Liv û tevgera derbarê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" de dewam dike.
Rêvebera DEM Partiyê ya Stenbolê Gîzem Kuzuk têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd a "Aştî û Civaka Demokratîk" de nêrînên xwe anî ziman. Gîzem Kuzuk got:"Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî saxlem bimeşe, gava herî girîng ew e ku şert û mercên ji bo Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî werin amadekirin ku ew di zûtirîn demê de bikaribe rola ku hewce dike di pêvajoyê de bigire ser xwe."
Bang xwedî girîngiyeke dîrokî ye
Gîzem Kuzuk da zanîn banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo gel hêvî ye û wiha got:"Banga ji bo Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye kirin, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî ji bo gelê Kurd, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Niha demokrasî, mafên mirovan û hiqûq tên binpêkirin û şer, tundûtûjî û pêkanînên dij-demokratîk bûne polîtîkayeke giştî. Loma ev bang, ji bo gel wekî çirûskek girîng a hêviyê xuya dike."
Bang roniyek hêviyê ye
Gîzem Kuzuk bi lêv kir ku ji bo bang bigihêje armanca xwe divê gav bên avêtin û wiha pê de çû:"Ev bangewazî ronîyek girîng a hêviyê ye. Çimkî bi vê re şansek heye ku di civakek demokratîk de jiyaneke hevpar were avakirin. Wiha aştiyeke bi rûmet dikare were bidestxistin. Diyar e ev bangewazî ji aliyê gel ve bi awayekî ciddî hatiye pêşwazîkirin. Lê belê, em dibînin gavên ku ji aliyê hêza siyasî ya ku muxatab e ve têne avêtin têrê nakin, piştî bangewaziyê, li seranserê welêt tu gavên demokratîkbûnê nehatine avêtin, li aliyekî em behsa aştî û demokrasiyê dikin, li aliyê din em dibînin ku siyaseta qeyûm û pêkanînên neqanûnî û dij-demokratîk dewam dikin."
Jinan ji bo bangê têkoşîn dan
Gîzem Kuzuk da zanîn banga dîrokî ji bo jinan jî gelekî girîng e û wiha got:"Jin ji destpêkê ve mijarên têkoşînê bûn û di bin şert û mercên rastiya şer de, ew di navendê de bûn hedef. Jin her tim bûne hedefa serdestiya mêran, pêkanînên dij-demokratîk û marjînalîzasyona di civakê de. Her çend jin ji bo dewamkirina jiyana xwe têdikoşiyan jî, ew bi êrîşên marjînalîzekirina nasnameyî û polîtîkayên cudakar û înkarker jî rû bi rû diman. Têkoşîna wan hate krîmînalîzekirin. Bi van rastiyan re, banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' ji bo jinan cihekî pir girîng digire. Ji bo ku ev bangewazî pêk were û şert û mercên ku ev bangewazî tê de were bihîstin biafirînin, jinan têkoşînek cidî dane. Wan bedelên giran dan. Di vê çarçoveyê de hem bangewazî û hem jî peyama ku Birêz Abdullah Ocalan di 8'ê Adarê de ji me jinan re şand, ji bo me hemûyan pir watedar e."
Divê gav bên avêtin
Gîzem Kuzuk da zanîn ji bo baweriya gel divê gav bên avêtin û wiha dewam kir:"Gel dixwaze aştiyeke bi rûmet were damezrandin û jiyaneke hevpar were avakirin; Di vî warî de daxwazek wan a cidî heye. Banga ku ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye kirin, ji bo her kesî hêviyê nîşan dide. Pêwîst e desthilata siyasî ji bo bidestxistina baweriya gel gavan bavêje."
Pêvajo her kesî eleqeder dike
Gîzem Kuzuk bi lêv kir ku wan xebatên xwe li ser esasên pêşketina banga Aştî û Civaka Demokratîk kirine û wiha dewam kir:"Hemû xebatên me yên li ser 8'ê Adarê û Newrozê di rastiyê de ji bo ravekirina pêvajoyê û civakîkirina aştiyê bûn. Civînên giştî yên ku me di vê pêvajoyê de li dar xistin, pîrozbahiyên herêmî yên Cejna Newrozê yên li hemû navçeyên Stenbolê, Newroza Yenîkapiyê beşek ji van hewldanan in. Wek DEM Partiyê, em ê xebata xwe ya li ser pêvajoyê bidomînin. Aştî ne tenê meseleya gelê Kurd an DEM Partiyê ye. Ev yek hemû gelên Tirkiyeyê eleqedar dike. Berpirsiyariyeke cidî li ser me ye ku em vê pêvajoyê bi awayekî rast ji hemû beşên civakê re rave bikin û aştiyê civakî bikin."
Divê şertên Ocalan bên sererastkirin
Gîzem Kuzuk diyar kir ku ji bo pêvajo baş derbas bibe divê şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên sererastkirin û wiha got:"Bi rastî, em dibînin ku gavên pêwîst derbarê pêvajoyê de nehatine avêtin. Birêz Abdullah Ocalan gava herî girîng a derbarê pêvajoyê de avêt û banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Wî ji rêxistina xwe re got ku çekên xwe deynin. Wî pêwîstiya vekirina rêya li ber siyaseta demokratîk rave kir. Û me di vê pêvajoyê de dît ku gel ev bangewazî hembêz kir. Tevî van hemû pêşketinan, ziman û rêbazên ku ji hêla nûnerên hêza siyasî ve têne bikaranîn astengiyên cidî li pêşiya pêkanîna aştiyê diafirînin. Pêkanînên dij-demokratîk dewam dikin. Bêqanûnî dewam dike. Ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem bimeşe, divê dewlet gavên cidî bavêje. Pêdivî ye ku rêziknameyên qanûnî yên pêwîst werin çêkirin, girtiyên siyasî werin berdan û astengiyên li pêşiya bikaranîna maf û azadiyên demokratîk di zûtirîn demê de werin rakirin. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî saxlem bimeşe, gava herî girîng ew e ku şert û mercên ji bo Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî werin amadekirin ku ew di zûtirîn demê de bikaribe rola ku hewce dike di pêvajoyê de bigire ser xwe."