Cerdevan daran dibirin

Çarşem 30 Nîsan 2025 - 03:30

Bi hatina demsala biharê re birîna daran a li herêma Bestayê dîsa dest pê kir. Cerdevanên ji Sêgirkê û bajarokê Gundikêmelê dibin noqteya Xirbikê Bestê ya herêma Bestayê, darên li herêmê dibirin. Darên tên birîn li traktoran tên barkirin û li qadekê mezin tên komkirin. Birîna daran a li herêmê di bin çavdêriya 2 quleyên leşkerî yên cuda de tên kirin. Di dîmenên hatin kişandin de darên li qadeke biqasî kîlometreyekê hatine komkirin xuya dikin. Ev dîmen, texrîbat û talana ekolojîk a li herêmê dîsa radixe ber çavan. Darên tên birîn jî darên berûyê ne ku bi sedan sal emrê wan heye. Koçerên li herêma navborî, ji ber birîna daran nikarin pezê xwe biçêrînin. Cerdevanan, li herêmên Kemaloga, Girêsivê û Kurtaxanê yên herêma Bestayê ku qadeke berfireh e, dest bi birîna daran kirin. Birîna daran a li herêma Şirnexê ev 4 sal in didome û ji ber talana ekolojîk, ji sedî 8’ê daristanên Şirnexê kêm bûne. Li Çiyayê Gabarê di bin navê petrolê û li Çiyayê Cûdî jî di bin navê lêgerîna madenan de texrîbateke mezin a ekolojîk tê kirin. 

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.