Iraqê dorpêç şidandiye

Çarşem 16 Nîsan 2025 - 03:35

Hevserokatiya Meclisa Gel ya a wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) derbarê zextên Hikumeta Iraqê yên li ser wargehê de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Meclisa Gel a wargehê destpêkê ragihand ku Hikumeta Iraqê li şûna pirsgirêkên wargehê çareser bike, her ku diçe kûrtir dike.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku zextên li ser wargehê, bi hevdîtinên vê dawiyê yên Iraq û Tirkiyeyê re zêdetir bûne û wiha tê gotin:“Tevî banga Rêber Apo ya ji bo avakirina Aştî û Civaka Demokratîk, hevdîtinên dewleta Tirk û Iraqê ji bo çareseriya siyasî ti xizmetê nakin, berovajiyê wê ji bo dilê hev xweş bikin zextên xwe yên ser wargehê zêde dikin. Tevî wargeha me di warê ewlekarî û îdarî de girêdayî Hikumeta Iraqê ye, lê Iraq ne amade ye pirsgirêkên xelkê wargehê yên weke tenduristî, perwerde, binesazî, îdarî û qanûnî çareser bike.”

Nasnameya penaberan nadin

Meclisa Gel a Mexmûrê ragihand ku du salin nasnameyên penaberên wargehê bi ser re derbaz bûne, li ser rêyan têne girtin û vegerandin. Hate destnîşankirin ku ji ber ku nasname dema dîroka wan derbas bûye, mijarên îdarî jî çareser nakin, weke mînak jî qeydên zarokên ku nû ji dayîk dibin jî çênakin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelek nexweşên kronîk ku di nav de nexweşên penceşerê hene, nikarin dermanên xwe bigirin û bi nasnameya heyî biçin nexweşxaneyê. 

Nahêlin xwendevan biçin zanîngehê

Meclisê balkişand ser rewşa xwendevanên zanîngehê jî û hate gotin:“4 salin nahêlin xwendevanên wargehê biçin zanîngehan de bixwînin û ev derfet ji wan hatiye wergirtin. Tevî Hikumeta Iraqê gelek caran soz da ku pirsgirêka xwendevanan çareser bike, lê îsal jî xwendin temam dibe û deriyê zanîngehan li xwendevanan nehate vekirin.” Hevserokatiya Meclisa Gel ya a wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku her sal ji bo penaberan li seranserê Iraqê alîkarî tên belavkirin, mehên zivistanê sotemenî tê belavkirin, lê tevî hemû belgeyên pêwîst jî hene, bi salane Iraq vê alîkariyê nade wargehê. Hate gotin ku bi dehan projeyên av û rê yên şaredariya wargehê ên lezgîn hene ku divê bên çareserkirin, lê tevî gelek caran lijneyên Iraqê hatin û temaşe kirin jî çareser nekirin.

Nahêlin kel û pel bêne wargehê

Meclisa Gel herî dawî da zanîn ku bi qasî heftiyeke Iraq rê nade kel û pelên avakirinê bikevin nava wargehê. Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li qontara çiyayê Qereçox a di nava sînorên navçeya Mexmûr a girêdayî parêzgeha Musilê de ye. Koçberî di sala 1994’an de destpêkir, koçberî ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker pêkhat, dewleta Tirk di dema xwe de jî dem da xelkê Mexmûrê ku dernekevin, wê werin bombebaran kirin. Yanî hemû koçberiya xelkê ji ber wê zilma dewleta Tirk pêkhat. Li wargehê nêzî 12 hezar welatiyên ji Bakurê Kurdistanê hene, şêniyên wargehê piştî rêyek gelek dirêj a tije êriş, zehmetî û êşên jiyanê, li Mexmûrê bicih bûne. PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarin biçin Hewlêrê. Ji wê rojê bi dehan car dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û bê mirov, wargeha Mexmûrê bombebaran kirine. Di encama êrişan de, heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Di 27’ê Kanuna 2021’an de Hêzên Iraqê ji nişka ve serê siharê xwestin bikevin wargehê. Hêzên Iraqê xwestin derdora hemû wargehê têl bikin û bixin dorpêçê. Lê xelkê Mexmûrê hemberî vê rawestiya û nehêlan Iraq derdora wargehê têl bike.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.