Divê herdu alî peymanê îmze bikin

Çarşem 30 Nîsan 2025 - 03:45

Bandora "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber APO didome. Malbatên ku xizmên wan di şer de şehîd bûne piştgiriyê didin bangê. Piştî bangê PKK'ê agirbest îlan kir, lê li Herêma Kurdistanê êrişên hewayî û bejahî yên li dijî PKK'ê hê jî dewam dikin. Kesên xizmên xwe di şer de şehîd bûne dixwazin êriş bên rawestandin û dewlet gavên berbiçav biavêje. Yek ji kesên ku dixwaze pevçûn bi dawî bibin û dewlet gavên berbiçav biavêje Ayşe Yaşar e. Ayşe Yaşar li gundê Zerenê yê gundê Oremarê yê navçeya Gever a Colemêrgê ji dayik bûye. Di 19 saliya xwe de zewiciye û koçî Geverê kiriye. Keça Ayşe Yaşar, Sidika Yaşar, di sala 1993'yan de tevlî nava refên PKK'ê bûye û di sala 1996'an de li Xakurkê şehîd bûye. Piştre xizmê wan Mehmet Yaşar di sala 1994'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye revandin û Recep Yaşar jî di heman salê de ji malê hatiye girtin û hatiye qetilkirin. Birayê Ayşe Yaşar Fettah Yaşar jî di sala 1994'an de li gundê Alekana ji aliyê leşkeran ve hatiye qetilkirin. 

Cerdevanî qebûl nekirin

Di sala 1996'an de dema ku zextên cerdevaniyê zêde bûn, malbata Yaşar ku Ayşe Yaşar jî di nav de ev yek qebûl nekir, koçî bajarokê Şêladizê yê Herêma Kurdistanê kir. Malbat di sala 1998'an de piştî ku keçên Fettah Yaşar, Çîmen, Kevser û Behîce yên 7-11 salî û zarokên xezûrê Ayşe Yaşar Huseyîn Yaşar, Giyabent û Yunus di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest dan, vegeriya Geverê. Piştî salekê li Geverê xizmên wan Reşît Tokçu gava bazirganiya heywanan dikir, di pevçûna di navbera leşkeran û PKK'ê de li gundê Serpîl ê Oremarê jiyana xwe ji dest da. Ayşe Yaşar a jiyana xwe di rêyên koçberiyê de derbas kiriye, vegeriya Geverê û piştî 12 salan kurê wê Îkbal Yaşar di Newroza 2008’an de li Geverê bi guleya polîsan hat qetilkirin.

Serê min bi wan bilind e

Ayşe Yaşarê diyar kir ku hê jî kiryarên 11 ferdên malbata wê yên hatine qetilkirin bi taybetî yê kurê wê nehatine dîtin û got: "Ez dixwazim tavilê kesên ku evqas kes qetil kirin bên darizandin û cezakirin. Ez bi kesên ku min winda kirine serbilind im. Ew şehîdên min in. Dibe ku ew bibin sedema hêsirên min, lê nabin sedema poşmaniyê. 11 kes ji malbata min çûn, ez ê bigirîm lê ez tu carî dest ji têkoşîna wan û doza wan bernedim. Serê min bilind e. Heya sax bim ez ê li ser rêça wan bim. Ev şer bixwînrijandinê naqede. Divê kiryarên kesên hatine qetilkirin bên dîtin û darizandin." 

Em ji birêz Ocalan bawer in 

Ayşe Yaşarê anî ziman ku dewletê der barê pêvajoyê de samîmiyeta xwe bi zelalî nedaye der û got:"Eger dewlet gavan neavêje, ev pêvajo bi ser nakeve û encam nagire. Divê dewlet jî wekî aliyê kurd şefaf û li ser esasê çareseriyê be. Pêwîst e her du alî jî werin Meclisê û peymanê îmze bikin. Em bi birêz Ocalan bawer in. Ew çi bêje em ê wiha bikin. Em aştiyê diparêzin û dixwazin." 

MA/COLEMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.