Zarokên Mexmûrê her fêr dibin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 1 Tîrmeh 2023 - 04:27

  • Piştî betlaneya havînê, zarokên Mexmûrê li baxçeyekî kom dibin û fêrî lêdana gîtar, tembûr û erbaneyê dibin. Mamosteya ku perwerdeyê dide zarokan dide zanîn ku her amûrek rengekî cuda temsîl dike.

JIYAN PÎRAN/ROJNEWS/MEXMÛR

 

Li navenda Stêrka Zêrîn ji bo bipêşxistin û perwerdekirina zarok û ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya di aliyê amûrên mûzîkê yên weke Gîtar, Tembûr û Erbaneyê de piştî betlaneya havînê dest pê kir. Têkildarî perwerdeyê, Mamosteya Gîtarê Helena Babat û şagirtên wê axivîn.

Helena Babat a ku li Stêrka Zêrîn a Wargeha Penebaran ya Mexmûrê dersan dide, dibêje, pêwîst e her kes bi çand û hunerê xwe mezin bibe û bibe xwedî zanisteke çandî: “Pêwîst e her zarokek di amûreke mûzîkê de xwe perwerde bike, ji ber ku her amûrek rengek cudatir û têgihiştineke cudatir dide mirovan.”

 

Ji bo civakekê çand pêwîst e

Helena Babat da zanîn ku ew her havîn li Stêrka Zêrîn ji bo zarokên wargehê di warê çandî de perwerdeyan û aktîvîteyên çandî didin destpêkirin: “Me wek Stêrka Zêrîn xwest di betlaneyê de zarokên wargehê di warê amûrên hunerî û çandî de perwerde bikin. Em niha zarokan li ser tembûr, gîtar û erbane perwerde dikin. Gelek zarok û ciwanên me hene ku dixwazin xwe bi van amûran perwerde bikin, ji ber wê jî di dersa gîtar û tembûrê de me xwendevanên xwe kirin du kom. Lê di dersa erbaneyê de tenê komek heye. Koma yên biçûk ji 8 salî heta 14 salî ye, koma yên mezin jî ji 15 salî dest pê dike. Xwendekar hemû li ser daxwaz û xwestekên xwe tên. Ji ber vê yekê, di kêliyên perwerdê de bi kelecan tevdigerin da ku zû hînî van amûran bibin. Dema em vê xwesteka wan dibînin, em gelekî kêfxweş dibin û dixwazin vî hunerî di zûtirîn demê de fêrî wan bikin. Ji bo gelek karibe xwe li ser lingan bigire, pêwîst e xwe di çandê de bi pêş bixe. Li ser vî bingehî ji bo em çanda xwe dewlementir bikin, em zarokên wargehê di warê amûrên mûzîkê de perwerde dikin.”

 

Her amûrek rengekî cuda ye

Helena Babat di dawiya gotinên xwe de bal birin ser girîngiya fêrbûna amûrên mûzîkê ku her amûreke mûzîkê rengek cuda dide jiyana mirovan: “Pêwîst e her zarokek di amûreke mûzîkê de xwe perwerde bike. Ji ber ku her amûrek rengek cudatir û têgihiştineke cudatir dide mirovan. Wekî din li navenda Stêrka Zêrîn komên me yên govend û mûzîkê jî hene ku li vir perwerde dibin. Her wiha ji bo berfirehkirina xebatên Stêrka Zêrîn, em gelek kesan perwerde dikin. Ez bang li tevahî ciwanên Kurd dikim ku di aliyê çand û hunera Kurdî de xwe bi pêş bixin.”

 

Temenê fêrbûnê tine ye

Yek ji şagirtan Roj Yildiztan e û fêrî lêdana gîtarê dibe. ew dibêje, “Ev demek e, me dest bi perwerdeya gîtarê kiriye. Armanca me ew e ku em xwe di warê çand û hunerê Kurdî de bi pêş bixin. Ez gelek kêfxweş im ku îro li vir di warê huner de xwe bi pêş dixim. Ev du havîn in ku ez li ser gîtarê perwerde dibim. Ez bang li ciwanên wargehê dikim ku li navenda Stêrka Zêrîn cihê xwe bigirin û xwe di aliyê huner de perwerde bikin.”

 

Dixwazim fêrî tembûrê bibim

Şagirt, Goyan Yeman jî xwe fêrî lêdana Tembûrê dike. Ew dibêje, di betlaneyê de wê berê xwe daye navenda Stêrka Zêrîn da ku hînê lêdana tembûrê bibe: “Tiştek xweş e ku ez zanibim li Tembûrê bidim. Mamosteya me gelek xweş perwerde dike, ez ji hevalên xwe yên perwerdê jî hez dikim. Ez dixwazim li tembûrê bixim û stranan bibêjim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.