Pêşengê eniya çand û hunerê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 17 Nîsan 2024 - 00:22

  • Hozan Sefkan di kongreye de dibêje, ‘Divê eniyeke çand û hunerê bê avakirin. Divê sazî û şaxên eniyê hebin. Li Kurdistanê têkoşîna rizgariya netewî tê meşandin. Divê eniya çand û hunerê bibe hêza moral a tekoşînê.

TEV-ÇAND Ewrûpayê ji bo salvegera şehadeta 39’an a hunermendê pêşeng Sefkan (Celal Ercan) daxuyaniyek weşand. TEV-ÇAND Ewrûpa da zanîn ku Hozan Sefkan ne tenê bi çeka xwe, bi amûr û dengê xwe jî moral da hevrêyên xwe û nirxên şoreşê bi awayekî hunerî îfade kir.

Daxuyaniya TEV-ÇAND Ewrûpa ku ji bo Hozan Sefkan belav kiriye wiha ye;

Em hunermendê pêşeng Sefkan (Celal Ercan) de ku di 16’ê Nîsana 1985’an de li Heftanînê tevlî kerwanê şehîdan bû bi bîr tînin. Şehîd Sefkan pêşengê sazîbûna çand û hunera Kurdî ye.  Hozan Sefkan, mîlîtanê Şoreşa Kurdistanê bû. Di havîna sala 1982’an de ew û Hozan Mizgîn ji Libnanê derbasî Elmanyayê bûn. Wazîfeya wan geşkirina çand û hunera Kurdî bû. Hozan Sefkan dema çû Elmanyayê bi hunermendên Kurd re hevdîtin pêk anî û sazîbûnê pêşniyar kir. Piştî amadekariyek xweş di Hezîrana sala 1983’an de bi pêşengtiya Hozan Sefkan Kongreya Çand û Hunerê hate lidarxistin.  Hozan Sefkan di kongreye de dibêje, ‘Divê eniyeke çand û hunerê bê avakirin. Divê sazî û şaxên eniyê hebin. Li Kurdistanê têkoşîna rizgariya netewî tê meşandin. Divê eniya çand û hunerê bibe hêza moral a tekoşînê. Divê ev enî bersiva herî mezin bide kolonyalîst, qedexe kirinan, asîmîlasyon û êşkenceyê’. Di kongreyê de Komela Hunermendên Welatparêzên Kurdistan (HUNERKOM) hat ava kirin û gelek bîryarên girîng hatin girtin. Bi vî avayî xebatên çand û hunerê bû xwedî sazî.  Hozan Sefkan û hevalên xwe navenda HUNERKOM’ê li bajarê Kolnê û şaxên saziyê jî li Hollanda, Frankfûrt, Hannover, Stûttgart, Berlîn û Stockholmê vekirin. 

Bû dengê şoreşa Kurdistanê

Li navendê û şaxan de komên muzîk, şano û govendê birexistin kirin. Dîsa kasetên muzîkê derxistin, şano lîstin, şev û bîranînên şehîdan amade kirin. Di heman demê de bi pêşengtiya Hozan Sefkan Koma Berxwedan jî hat ava kirin û kom bû dengê şoreşa Kurdistanê. Çand û hunera Kurdî di sedsala 20’emîn de rastî asîmîlasyon û qedexeyên giran hatibû. Xebatên HUNERKOM’ê çand û hunera Kurdî zindî kir û pêş xist.  Hozan Sefkan, di sala 1984’an de vegeriya welat. Di nava du salan de eniya çand û hunerê saz kir, kesata Koma Berxwedan a yekem amade kir û kaseta xwe ya ‘Solo’ jî derxist. Her wiha ji bo pirtûk, kovar, meş û şevên wê demê gelek wêne xêz kir. Dîsa di nav du salan de li Ewrûpayê bi dehan şev hatin lidarxistin. Di hemûyan de Hozan Sefkan bû amadekarên van şevan û bi dehan bajaran jî stran û awazên xwe parve kir. 

Nirxên şoreşê bi hunerê îfade dikir

Hozan Sefkan li Başûrê Kurdistanê tevlî yekîneyên gerîla bû. Li vir jî ne tenê bi çeka xwe, bi amûr û dengê xwe jî coş da hevrêyên xwe û nirxên şoreşê bi awayekî hunerî îfade kir. 

16’ê Nîsana 1985’an ji bo şoreşa Kurdistanê rojeke reş e. Wê rojê di encama komploya Partiya Komunîst a Iraqê de li Heftanînê 8 mîlîtanên PKK’ê ku di nav wan de Hozan Sefkan, Rauf Akbay û Îdrîs Okmen jî hebûn şehîd bûn. Hemû jî ji bo têkoşîna gerîla ya ku nû dest pê kiribû xwe perwerde kiribûn. Weke mînak, Rauf Akbay li zanîngeha Goethe xwendîbû, federasyona komeleyên Kurd li Elmanyayê (FEYKA KURDISTAN) damezirandibû û hem di warê teorîk û hem jî di warê pratîkî de kedeke girîng dabû şoreşê. Her yek ji wan têr û tijê xwe ji bo şoreşê amade kiribûn. Lewma şehadetên 16’ê Nîsanê ji bo şoreşa Kurdistanê windahiyeke giran bû. 

Bingeha eniya çand û huner danî

Şehîd Sefkan xwest ku eniya çand-hunerê bibe yek ji stûnên herî girîng ên şoreşa Kurdistanê. Bi vê armancê bingeha eniya çand û hunerê danî. Li ser vê bingehê bi sedan kasetên Kurdî û bi hezaran stran hatin nivîsandin. Dîsa bi sedan komên muzîk, govend û şanoyê hatin avakirin. Ev hemû nirx nîşan didin ku şoreşa Kurdistanê şehîdên xwe û armancên wan ji bîr nake. Ew ala ku şehîdan emanetî wan kiriye hildigire.  

Divê ala wî timî li ba be

Barbarên kolonyalist, dixwestin çand û hunera Kurdî tine bikin. Ji bo vê jî li pey hev qedexe û komkujî pêk anîn. Xwestin nav, ziman û stranên Kurdan ji holê rakin. Têkoşîna hemû şehîdan ev armancên kolonyalîstan têk bir û deriyekî nû yê jiyanê li pêşiya gelê Kurd vekir. Bi pêşengiya şehîdan li Kurdistanê serdemeke nû ya çand, huner û wêjeyê dest pê kir. Bîranînên şehîdan eniya çand-hunerê ronî dike. Ji bo vê jî em dibêjin ‘Şehîd Sefkan her dijî û wê her tim pêşengiya gelê Kurdistanê bike’.”

Hunera Şehîd Sefkan girêdayî gel û têkoşînê bû. Şehîd Sefkan bi stran û wêneyên xwe berxwedan, têkoşîna çekdarî, êşkence û şehadet anî ziman. Divê xebatkarên çand û hunerê wek şehîdan tevbigerin. Divê erkên şoreşê pêk bînin. Divê di berhemên xwe de rewşa gel û têkoşînê vebêjin. Stranên ku em dinivîsin, şanoyên me, klîp an filmên ku em çêdikin, wêneyên ku em xêz dikin divê coş û hêzê bide gel. Divê îradeya gel ya têkoşînê zêde bike. Divê ala Hozan Sefkan timî li ba be.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.