Strana ‘Cenga Netewî’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 11 Sibat 2026 - 03:00

Komek stranbêjên Kurd ku navê “Rêwiyên Hunera Welat” li xwe kirine ji bo balê bikşînin ser berxwedana Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya xwe nîşan bidin, bi navê “Cenga Netewî” stranek bi tevî klibê wê ve amade kirin. Klîb hate weşandin û di stranê de peyama yekîtiya Kurdan tê dayîn. Hunermendên ku di stran-klîbê de cih girtin, ev in: Azad Karahan, Rêzan Şîrwan, Şahîn Farqîn, Zînê Koçber, Hozan Bengî, Zîlan Nar, Gokhan Çîftçî, Koma Rec, Heval Fîrar, Evîn Sindî, Ciwan Weysel.

Aliyê teknîkî û hunerî yê stranê ji aliyê van navan ve hat amadekirin: Gotinên Stranê: Yilmaz Tekin û Şahîn Farqîn, muzîk: Yilmaz Tekîn, derhêner: Yusuf Erol.

Stran bi taybetî balê dikişîne ser yekîtiya Bakur, Başûr û Rojhilat ku ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bûne yek xelek û yek deng. Di gotinên stranê de banga têkoşîn, tolhildan û azadiyê tê kirin. Bi taybetî rola ciwanan û berxwedana keç û xortên Kurd ên ku canê xwe feda dikin, wekî hêviya azadiya Kurdistanê tê pênasekirin.

Gotinên bi vî rengî ne:

CENGA NETEWÎ

Bakur Başûr Rojhilat tevde bûne yek

Ji bo gelê Rojava bûne yek xelek

Diherikin ji sê alîyan têne lek bi lek

Çar hêlê Kurdistanê bûne yek dilek

 

Sond û soza gelê me azadiya te

Tekoşîn û Berxwedan ji bo Rizgariya te

Şoreş û cenge li ser axa te

Ciwanên me wa hildidin tol û heyfa te

 

Keç û xortên mey çeleng hatin meydanê

Hêvi xistin dilê me bi berxwedanê

Canê xwe feda dikin ji bo jiyanê

Wê azadîyê bînin ji bo Kurdistanê”

AW/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.