Li Mexmûrê peyamên yekîtiyê

Çarşem 20 Adar 2024 - 01:25

Cejna Newrozê bi coş û moralekî mezin li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûr pêk hat. Qada şahiyê bi al û posterên Rêber Apo, alên PKK, KJK, KCK, YJA-STAR û wêneyên şehîdên pêşeng hat xemilandin. Piştî hatina bi hezaran welatî, xwendekar û mêvanên ji derve, şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê destpêkir. Piştî wê nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên di derbarê Newrozê de hate gûhdarkirin. Piştre li ser wate û girîngiya rojê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê Ehmed Şehbaz axivî û got:“Newroza me wê bibe Newroza serkeftin û azadiya gelê Kurd. Wê bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Dûbare em cejna vejînê li we tevan pîroz dikin.” Her wiha ji partiyên siyasî ku wek mêvan ji Navçeya Mexmûrê beşdarî şahiya Newrozê bibûn, peyamên partiyên xwe dan. Di peyama YNK’ê ya Navçeya Mexmûrê de hat gotin:“Em cejna vejînê li Rêber Apo, gerîla, pêşmerge û tevahî şehîdan pîroz dikin. Em wek YNK dibêjin, tenê pêwistiya me Kurdan bi yekitiya Kurdan heye.”

Her wiha Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan ya Navçeya Mexmûrê jî di peyama xwe de got:“Silav ji Rêber Apo û Qendîlê re. Silav ji gerîla û pêşmergeyan re. Dijminê me yeke û divê em li her derê Kurdistanê yekitiya xwe çêbikin.” Hizba Şûî Kurdistan a navçeya Mexmûrê jî di peyama xwe ya ji bo Newrozê de got:“Em jî vê cejnê li we tevan pîroz dikin. Dijmin bê navber planên dagirkeriyê li ser Kurdistana me çêdikin. Dûbare cejna we pîroz be û giyanê şehîdan şad û aram be.” Piştî peyaman Hozan Welat, Hozan Şemdîn, hunermend Feyzî Kiliç û koma govendê ya peymangeha Şehîd Kerîm Kato hatin ser dikê. Pîrozbahiyê heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir. 

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.