Kuçe firçe, meydan paletên me ne!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 00:38

  • Vladîmîr Mayakovskî ku yek ji helbestvanên Şoreşa Cotmehê ya Sovyetîstanê bû di 36 saliya xwe de dawî li jiyana xwe anî û xwe kuşt. Wî pirr bi ciwanî xatir xwest ji vê dinyayê lê helbestên wî yên bi tîn ku her yek weke qîrînekê bûn navê Mayakovskî nedan jibîrikirin.

Şoreşa Sosyalîst ya Sovyetîstanê di cîhanê de dengekî weke bahozê bû! Guvîna vê bahozê hin rêgezên kevn ên ku êdî ji wextê heyî re nedibûn derman radikir ji holê û li şûna van rêgezan şitlên nû mezin dikir bi hêza xwe. Helbestvan Vladîmîr Mayakovskî jî yek ji wan neferê şoreşê bû û pêşengên şoreşê tim ji wî îstifade kirin da ku deng û renge şoreşê xurttir bibe. Mayakovskî dixwest di hunerê de jî dengên bahozî bilind bibin û ji lewre jî emir dida artêşa hunerê. Pîwîst bû huner jî bi hişmendiya xwe artêşa xwe damezirîne û peywîra xwe ya civakî bi cih bîne. Mayakovskî dixwest hunermend xwe berdin meydanê û kuçeyan bi firçeyên xwe boyax bikin. Êdî şoreş pêk hatibû û hemû meydan paletên wan bûn. Gava ku mirov wan rojan dixwîne mirov dizane ku ew roj jidil jî rojên bi kelecan û bêhempa bûne. Ew rojên bêhempa gelek hunermend û sînemagerên bêhempa jî derxistine holê.

Helbestên Mayakovskî li kolanan Sovyetîstanê bi dengekî bilind dihatin xwendin. Mayakovskî wî wextî di kovarekê de helbesteka bi navê “Ji Artêşa Hunerê Re Emir” dinivisîne. Ev helbest nihêrîna giştî ya hunermendên wê serdemê baş rave dike;

“Bes êdî ji rastiyên ku pênc pere nakin re!

Tiştên beredayî ji hişên xwe derxin û bavêjin!

Kuçe firçeyên me,

Meydan paletên me ne!..

Bi pîyanoyan dakevin kolanan,

Daholan di paceyan de bavêjin,

Hûn çewa dixwazin wisa xwe li erdê bixin û bilîzin,

Lê ez dengên wek bahozan dixwazim!”

Her çend piştî çend salên şoreşê hin ji van hunermendan hêviya xwe ji şoreşê û pêkanînên wê birrîbe jî dîsa jî mirov dikare bibêje berhemên bêhempa û pirr serketî derketine holê. Weke nimûne kesekî weke Meyerhold ku hemû hunermendên Sovyetîstanê jê re digotin “Ew mamosteyê me ye” ji hêla hêzên Stalîn ve hate îdamkirin. Helbestvanekî weke Mayakovskî hin pêkûtiyên şoreşê ranekir, her wiha wî nedixwest zêde bijî û ji extiyariyê jî ditirsiya. Ji lewma wî di 36 saliya xwe de dawî li jiyana xwe anî û xwe kuşt!  Gelek bûyerên bi vî rengî qewimîn di dema şoreşê û piştî şoreşê de. Divê ev rastî jî ti carî neyê jibirkirin.

Nameya dawî ya Vladîmîr Mayakovskî

Ji bo we hemûyan

Ji bo ku ez dimirim, tu kesan tawanbar nekin û paşgotiniyan nekin,

tika dikim. Ez qet ji tişten wilo hez nakim, hûn dizanin.

Dayê, xuşkino û hevalno, bibihurin. Ev ne rêyeke xelasiyê ye, ez şîreteke wilo li tu kesan nakim, lê ji bo min bi xwe tu mecal û tu rêyeke din nemabû.

Ulya, tu ji min hez bike!

Heval hukûmet, Lîlya Brîk, dêya min, xuşkên min û Veronîka Vitoldovna Polonskaya, endamên malbata min in.

Hêvîdar im tu dê jiyaneke mirovane bidî wana, spas.

Helbestên nîvcî bidin malbata Brîk, ew ê ji wana fam bikin.

22

Wek ku tê gotin

"êdî lîstik qediya"

di nav ava jiyana nizm de

keştiya evîndariyê hilweşiya.

Êdî ez û jiyan ji hevdû xelas in

û sedema ku hûn rabin

li jankêşiya min

li kul û xemên min

û li pevçûnên min bikolin

tune ye.

Dilgeş bijîn.

Vladîmîr Mayakovskî

12- 4-1930

Gelî heval û hevrêyan, nekevin şika ku ez tirsonek im û bi xwe ne bawer im. Bawer bin, tiştekî din ê ku min bikira û bikarîba ez ji vê yekê

vegerandima, nemabû.

Silavan li we dikim.

Bibêjin Yarmîlov, heyf e ku em negihan têr bi hevdû bikevin.

V.M.

Li ser masê 2000 ruble hene, di ber baca ku di stûyê min de mayê bidin. Perên min ên din li ba Çapxana Dewletê ne.

Vladîmîr Mayakovskî kî ye?

Mayakovskî di 19'ê Tîrmeha 1893'an de hatiye dinyayê û di 14'ê Nîsana 1930'yî de jî xwe kuştiye. Ew li Rûsyayê yek ji serkêşên tevgera Futurîzmê bû, piştgirê partiya Bolşevîkan bû û hîmdarê şiîra nûjen btî. Mayakovskî di derheqa şiîr û şaîrtiyê de weha dibêje: 

"Divê şiîr mîna

biharê azad be, mîna çemekî bi xuşîn

biherike, rast be û bi naveroka xwe

mîna risasê be. Divê şaîr di jiyanê de jî

serek be"

Çavkanî;

Şiîrên Bijarte-Süleyman Demir-Weşanên Nûdem-1997

Luda, Jean Schnitzer, Marcel Martin, Sînemaya Şoreşê, (1993), Weşanên Öteki

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.