Zîndîhiştina koka gelê Kurd a li sirgûnê

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 15 Îlon 2025 - 15:39

Kongreya Civakên Kurdistanî yên Demokratîk ên li Ewropayê (KCDK-E) dauxyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn ku 13’ê Îlona 2025’an li bajarê Dortmundê hate lidarxistin, bi beşdariya bi hezaran kesî bû qadeke coş a çandî, piştevanî û yekîtiyê û got, “Festîvala ku bi dirûşma Rêbertiyê Azad, Civaka Demokratîk hate lidarxistin berxwedêriya civakî, hunerî û dewlemendiya çandî ya gelê Kurd careke din nîşan da.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Gelê me yê ji welatên cuda yên Ewropayê hat, bi govend, çalakiyên xwe yên çandî û ruhê piştevaniyê qada festîvalê dagirt; dilsoziya xwe ya bi nirxên demokratîk û têkoşîna azadiyê bi xurtî nîşan da. Festîval ne tenê kombûneke çandî bû, di heman demê de bû sembola lêgerîna aştî û azadiyê ya gelê me.

Di axaftinên li çalakiyê û meşê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo careke din hate destnîşankirin û hate gotin, ev yek ji bo avakirina civakeke demokratîk û aştiyane gaveke divê bê avêtin e. Di peyama xwe ya li festîvalê de Rêber Apo bi van gotinên xwe ruhê yekîtiyê yê gelê me xurt kiriye: ‘Festîvala we ya çandê ya li Ewropayê beyana îradeyê ya zindîhiştina koka gelê me ya li sirgûnê ye’.

Em spasiya her kesî dikin ku di serxistina Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn de ked dan. Em spasiya Şaredariya Dortmundê, hemû saziyên pêwendîdar û personelên ku bi me re di nava piştevaniyê de kar kirin, dikin. Jinan bi tevlîbûna xwe ya rengîn, bi ked û xwedîderketina li mîrateya xwe ya dîrokî festîvala me hîn bi wate kirin. Dînamîzma ciwanên me ya li meşa sê rojan, ruhê wêrekî û entenasyonalîst têkoşîna azadiyê xurt kir. Her gava ku em bi hev re diavêjin hebûn û biryardariya çandî ya gelê me xurtir dike.

Lewma em ji dil spasiya gelê xwe, dostên xwe, beşdaran hemûyan, hunermendên xwe û tîma xwe ya amadekar dikin ku ev roja bi wate afirandin. Her gava ku bi hev re tê avêtin hebûna çandî ya gelê me û biryardariya wê ya li ser rêya azadiyê hîn xurt dike.”

ANF

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.