Bi rêya huner û mûzîkê bûne yek

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 13 Kanûn 2025 - 00:57

Di 8'ê Kanûnê de Mîhrîcana Orkêş a Sêyemîn li bajarê Hesekê li dar ket. Ev mîhrîcan ji çalakiyên çandî yên sereke li herêmê ye. Îsal di mîhrîcanê de 24 komên stranan ji hundir û derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn û stranên bi stîl û zimanên kurdî, erebî û ermenî li gorî pirrengiya Mezopotamyayê pêşkêş kirin. Rêveberê Koma Roj a ji bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê Husên Pîro got wan berhemên hunermend Erdewan Zaxoyî û Eyaz Yûsif ji stranên gelêrî yên Zaxoyê pêşkêş kirin û got:“Em bi beşdariya xwe ya di mîhrîcanê de kêfxweş in. Ev tecrubeyeke taybet e. Me şêniyên herêmê dît û li muzîka deverên din ên Kurdistanê guhdarî kir. Wekî van çalakiyan hunera kurdî bi pêş dixin. Di dema pêş de em ê xebat û berhemên xweştir ji rengê Zaxo pêşkêş bikin.”

Hunermend û rêveberê Koma Tolhildan a bajarê Hesekê Mihemed Cûdî li ser girîngiya hunerê di yekkirina gelan de axivî û got:"Bi rêya huner û muzîkê em dikarin bibin yek, guhartinê pêk bînin û welat ava bikin. Di Mîhrîcana Orkêş a sêyemîn de hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Ermen û Çerkes beşdar bûn, ne tenê ji hundirê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji derveyî wê jî. Eger ne ji rewşa rêyan ba, me dixwest em mêvanan ji Siwêda, berav û Şamê jî pêşwazî bikira. Em di qonaxeke nû ya guhartin û avakirinê de ne. Ez hêvî dikim hemû pêkhateyên Sûriye û Rojhilata Navîn bi ziman, çand û hunera xwe bijîn, tam wekî ku em di vê mîhrîcanê de dibînin. Her gelek bi cil û zimanê xwe bedew e.”

Pêşketina mîrasa Mezopotamyayê

Endamê komîteya amadekar a mîhrîcanê hunermend Baran Dilbihar got:"Em ji sala 2011'an ve di şoreşê de dijîn, ev şoreş bi demê re bû şoreşa çandî, wekî ku ji mîrasa Mezopotamyayê derketiye. Li ser vê xakê şûnwarên herî pêşîn ên mirovahiyê derketine, ji ber wê jî şer û şoreşên li ser vê xakê bi armanca parastina jiyan û nirxên mirovahiyê ji dijminên mirovahiyê bûn. Me xwest îsal em komên ji derveyî herêmê bînin. Îro mêvanên me ji Zaxo, Şengal û Silêmanî hene. Em hêvî dikin mêvanên din jî bînin û vê mîhrîcanê veguhêzin çalakiyeke navneteweyî, lê belê rewşa heyî hin zehmetiyan ji me re derdixe.”

ANHA/BILIND HECÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.