Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Kanûn 2025 - 00:40

Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3'yemîn bi stranên komên muzîkê û dayîna xelatan bi dawî bû.

Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3'yemîn a li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, bi beşdariya 24 komên stranan ên ji tevahî bajarên Herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê û derve hat lidarxistin, bi dawî bû.

Di çalakiyên roja dawî de koma “Gîvara -Kobanê, koma Elefteriya ya Hîlala Zêrîn-Dêrik, koma Mîrzo-Şengal, koma Duret El Furat-Tebqa, koma Gerstrêk a Hîlala Zêrîn-Hesekê, koma Rojav-Dirbêsiyê û koma Şehîd Zîlan huner û stranên xwe pêşkêş kirin.

Piştre xelat li komên beşdar hatin belavkirin.

Di vê çarçoveyê de, Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl spasiya tevahî komên beşdarî mîhrîcanê bûne kir û diyar kir ku divê hemû spasiya YPJ û YPG'ê bikin û got: “Bêyî wan hêzan me mîhrîcan nedidît, ew herêmê û ewlehiya wê diparêzin.”

Piştre hejmarek hunermendan peyamên pîrozbahiyê ji bo lidarxistina mîhrîcanê şandin û diyar kir ku ji bo parastina mîras û hunera herêmê divê mîna van çalakiyan werin lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.