Li Romayê ‘Festîvala Dengê Arkaîk’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 10 Mijdar 2025 - 00:52

Li paytexta Îtalya Romayê ji bo bibîr anîna endama Jîneolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel duyemîn Festîvala Dengê Arkaîk hate çêkirin.

Bi pêşengtiya Jineolojiyê ya Îtalyayê û rêxistinên jinan ên li Îtalyayê yên weke Rete Jin û jinên Rete Kurdistan, Ni Una Di Meno, ADM Jin û Jinên Ciwan duyemîn Festivala Dengê Arkaîk hate lidarxistin. Festîval ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel a ku di 4’ê Cotmeha 2022’an li Silêmaniyê hatibû qetilkirin hate birêxistin kirin.

Festîvala Dengê Arkaîk roja Înê li navenda Kurdan a Ararat bi danasîna pirtûka Nagihan Akarsel a ku wergera wê bi Îtalî hatiye kirin destpê kir. Pirtûka Nagîhan Akarsel ji aliyê endama Akademiya Jineolojiyê Claudia Pellegrino û endama Rete Kurdistan Viola Paolinelli ve hate nasandin.

Roja duyemîn a festîvalê li Casa Quartiere di Quarticciolo ji aliyê komîteya Jineolojî yê başûrê Fransa û başûrê Katalanyayê ve bi pêşkêşkirina atolyeyên hûnerî ve dewam kir. Atolyeyên ku hatin lidarxistin rastî eleqeyek mezin hat.

Êvarê jî festîval bi tevlîbûna jinên Îtalî û welatparezên Kurd dewam kir û  bernameyên çandî pêk hatin. Di bernameyên çandî de gotinên Nagihan Akarsel hatin xwendin, çîroka bi muzîk a Chiara Caruso, stranên Coro Ops! û Le Infrangibili û şanoya koma jinên ciwan yên bajarê Torino hatin pêşkêşkirin. Rojnamevan û hunermenda Kurd Bêrîvan Ayaz bi muzîka xwe ya bêhempa ya reng û dengê Kurdistaniyan tevlî festivale kir. Koroya Jineolojiyê jî stranên çanda jinê û şoreşgerî bi zaravayên cuda yên Kurdî pêşkîşî jinan kir.

Festîvala Dengê Arkaîk êvarê bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî!” bi dawî bû.

ANF/ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.