Rêzê ji îradeya gelê Kurd bigirin
Çarşem 24 Îlon 2025 - 15:15
- KCDK-E’yê bertek nîşanî serdegirtina polîsan a bi ser saziyên Kurd ên li Fransayê da û got: “Têkoşîna demokratîk a gelê Kurd bi tu zextan nayê sekinandin.”
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî serdegirtina polîsan a li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û hin malên taybet ên li bajarê Draguignan ê Fransayê daxuyaniyek da. KCDK-E'yê diyar kir ku serdegirtin yekser li hemberî gel û saziyên Kurdan hate kirin û got: “Ev kiryar li nirxên demokratîk nayên, ji aliyê pîvanên hiqûqa hemdem ve dibe sedema fikarên cidî.”
Bi domdarî KCDK-E’yê destnîşan kir ku di dema serdegirtinê de sê kes hatine binçavkirin, ji bo îfadeyê jî bang li sê kesan hate kirin û wiha pê de çû: “Ev hewldanên ji bo krîmînalîzekirina gel û saziyên Kurdan ne tê fêhmkirin ne jî tê qebûlkirin. Ev rêbazên ku dem bi dem li welatên cuda yên Ewropayê bi taybetî jî li Fransayê dikevin rojevê, ji aliyê civaka Kurd ve ji nêz ve têne şopandin. Beşên civakî yên berfireh piştgiriyê didin têkoşîna aştî û civaka demokratîk ku bi banga Rêber Apo tê meşandin. Destwerdanên polîsan ên di vê demê de ji bo Kurdên ku mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin cihê fikaran e.”
Di serî de Fransa em bang li hemû dewletên Ewropayê dikin ku dest ji helwestên xwe yên li dijî gel û saziyên Kurdan berdin; piştgiriyê bidin karên demokratîk ên gelê me û atmosfereke cihê baweriyê biafirînin.” NAVENDA NÛÇEYAN