Wefata wî wendahiyeke mezin e

Pêncşem 20 Adar 2025 - 03:40

Hevserokê berê yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hecî Ehmedî (84) di encama xwînariya mejiyê de li bajarê Koln ê Elmanyayê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Ehmedî ku zêdetirî 40 sal in li Elmanyayê jiyan dike, ji siyasetmedarên naskirî yê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber wefata siyasetmedar Hacî Ehmedî ji gelê Kurdistanê, endamên KNK'ê, endam û sempatîzanên PJAK'ê û malbata Hacî Ehmedî re sersaxî xwest. Peyama KNK'ê bi vî rengî ye:"Xebera xembar û dilsoj a wefata endamê Damezrêner ê KNK ê Birêz Hacî Ehmedî gihişte me û em bi vê yekê gelek xemgînin. Birêz Hacî Ehmedî, di sala 1964'an de weke xwendekarekî Kurd hate Elmanyayê. Wê demê bi navê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê tenê sazîyek Kurdan hebû. Birêz Hacî Ehmedî jî bû endamê wê Komeleyê û cihê xwe di nava xebata welatparêzî de girt. Paşê çû Çekoslovakya, xwendina xwe li wî welatî dewam kir. Li Pragê bi Serokê Şehîd Birêz Abdurrahman Qasimlo re bû heval û peyre jî bû endamê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î). Di despêka şoreşa Îranê de (1979'an) bi Birêz Qasimlo re derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû û di destpêka şoreşa Rojhilatê Kurdistanê de cihê xwe girt û di nava HDK-Î de berpisyarî wergirt û bû berpisyarek aktîf. Paşê weke perspiryarekî karê derve yê HDK-Î dîsa derkete Ewropayê. Li derveyî welat jî, heta roja dawî ya jiyana xwe, bi temamî di xeta welatparêzî de xebatkarek çalak bû. Paşê bû endamê Parlameta Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW). Peyre jî bû endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û bû endamê damezrêner ê KNK'ê. Demeke dirêj bû endamê Konseya Rêveber a KNK'ê û heta dawiya emrê xwe weke emdamekî aktîf endametiya KNK'ê dewam kir. Di sala 2004'an da weke endamekî damezrêner tevlî kongreya damezrandinê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bû û weke Serokê Giştî yê PJAK'ê hate hilbijartin. Birêz Hacî Ehmedî, 26 sal in endamekî çalak ê KNK'ê ye û her wiha demeke dirêj endametiya Konseya Rêveber a KNK'ê jî kiriye. Bi taybetî di xebatên ji bo Rojhilatê Kurdistanê de xwedî cihekî diyar bû. Li ser şehadeta Jîna Emînî dema ku şoreş û serhildanên JIN-JIYAN-AZADÎ destpê kir, Heval Hacî Ehmedî bi wî halê xwe yê nexweş û bi wî temenê xwe ve, tevlî çalakiyan bû û di nava serhildanê de cihê xwe girt. Wefata Heval Hacî Ehmedî ji bo me û ji bo hemû gelê me, ji bo şoreşa Kurdistanê, windayiyek mezin e. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, endamên KNK'ê, endam û alîgirên PJAK'ê, xebatkarên şoreşê û malbata wî. Heval Hacî Ehmedî, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesyetên te pêk bînin."

Gelê Kurd ti carî wî ji bîr nake

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo avakarê PJAK’ê Hecî Ehmedî yê ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da peyamek weşand. KCDK-E diyar kir ku Hecî Ehmedî ji temenê xwe yê ciwan ve ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiya. KCDK-E bibîr xist ku Hecî Ehmedî li Ewropayê di nava gelek sazî û pêkhateyan de yên weke Komaleya Xwendakarên Kurd, Parlementoya Kurdistanê, Hevserokatiyê PJAK’ê û KNK’ê de cih girt. KCDK-E di peyama xwe de ev yek got:“Hecî Ehmedî kesayetekî ku ji bo tekoşîna netewî ya Kurd kedeke mezin daye, li pey xwe şopek mezin hiştiye û kesayetek şoreşger ê ku tu caran naye ji bîr kirin e. Gelê Kurd tu carî wê Hecî Ehmedî ji bîr neke. Ew ê her tim di nav têkoşîn û gelê me de bijî.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.