Dorpêça li ser Mexmûrê rakin
Çarşem 4 Hezîran 2025 - 03:20
KCDK-E'yê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û civaka navneteweyî kir ku dawî li dorpêç û ambargoya li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê bîne ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCDK-E) bi sernavê "Tinekirin li ser Mexmûrê tê ferzkirin; gelê Mexmûrê bi tenê nîne" daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Tirkiye, Iraq û PDK bi rêk û pêk ambargoyê datînin ser Mexmûrê.
Di daxuyaniya KCDK-E'yê de hate ragihandin ku peymana ewlekariyê ya navbera Iraq û Tirkiyeyê hincet tê nîşandan, bi vî rengî av, elektrîk, xizmetên tenduristiyê yên li kampê têne astengkirin û hate gotin, Welê lê kirine ku pêwîstiyên mirovî yên bingehîn nayên peydakirin."
KCDK-E'yê bi bîr xist ku hêzên ewlekariyê yên Iraqê "Tim û tim kampê dorpêç dikin" û heyetek ji nûnerên kampê girtine.
KCDK-E'yê bi bîr xist ku Kampa Mexmûrê ji aliyê wan sivîlan ve hatiye avakirin ku di salên 1990'î de ji ber valakirina gundên li Bakurê Kurdistanê neçar man koç bikin, di sala 1998'an de ava bû û heman salê kete bin parastina Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û got, "Li gel vê çavdêriya Neteweyên Yekbûyî jî ambargoya ku dewleta Tirk û hikumeta Iraqê ferz dikin, nayê qebûlkirin." Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî rêveberiya kampê dosya li ser giliyan pêşkêşî NY'yê kir, pirsgirêk hîn giran bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN