NY talana li Kobanê lêkolîn dike

Çarşem 11 Sibat 2026 - 02:50

Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku li ser sûcên şer ên li gundewarên Kobanê li dijî welatiyan pêk hatine lêkolînê dikin.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dûjarrîc ku bersiva pirsên rojnamegeran da, balkişand ser êrişên hêzên Hikûmeta Demkî û Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan. Stephane Dûjarrîc anî ziman ku ligel tevgera leşkerî kêm bûye jî qeyrana mirovîn kûr dibe û nêzîkî 160 hezar kes hêj di rewşa koçberiyê de ye.

Stephane Dûjarrîc daxuyand ku li gorî daneyên ji yekîneyên NY'ê hatine girtin piştî Peymana 30'yê Çileyê li bajarên Heleb, Hesekê û Reqayê ligel kêmbûna şideta pevçûnan jî hêj koçber venegeriyane ser malên xwe û ev agahî dan: “Hêj 160 hezar kes di rewşa koçberiyê de ye. Ji bo gihandina alîkariyan pêşketin heye lê tunebûna ceyranê pergala belavkirina avê têk dibe. Xetên telefonê girtine û pirsgirêka herî mezin jî derfetên xurekan gelek kêm in. Perwerdehî jî bi tevahî sekiniye.” Li ser pirsa, “Li zêdeyî 70 gundên Kobaniyê talan û wirankirina malan heye” Stephane Dûjarrîc ev bersiv da: “Em li ser van angaştan radiwestin û rewşê dişopînin. Ez bawerim hebûna NY'ê ya li herêmê dê alîkariya parastina sivîlan bike. Her wiha me hin mekanîzmayên ku sivîl şahidiyên xwe vebêjin jî ava kirine.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.