Ger bixetimîne wê wenda bike

Pêncşem 13 Sibat 2025 - 03:30

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) Mûsa Farisogûllarî komployê û kampanyaya "azadî"yê ya cîhanî nirxand. Farisogullari anî ziman ku yek ji armanca sereke ya komployê "Di şexsê Ocalan de tasfiyekirina têkoşîna azadiya kurd e" û got ku gengeşeyên "pêvajoya nû" yên di meha Cotmehê de dest pê kirin, careke din nîşan da ku komplo bi ser neketiye. Farisogullari da zanîn ku di komployê de rola "cerdevaniyê" ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn û got ku ev komplo li welêt bûye sedema rizîna aborî, siyasî û civakî. Farisogullari bal kişand ser gengeşeyên "pêvajoya nû" û got:"Dewleta ku asê bûye, mecbûr e têkeve nava lêgerînê. Tasfiyeyê xwest, lê Tirkiye bi xwe hat asta tasfiyeyê." 

Ev pêngava rizgarkirina Tirkiyeyê ye

Farisogullari bal kişand ser daxuyaniya dîrokî ya ku tê payin wê Ocalan bide û got:"Rêber Apo li hemberî hemû zehmetî û tecrîda pergala Îmraliyê xwe ji bo pêvajoyeke ku wê 'tariyê veguherîne ronahiyê' amade dike. Perspektîfa ji 7 xalan pêkhatî ya ku di hevdîtinên xwe yên bi Şandeya Îmraliyê re şand, di gelê kurd de bû cihê moral û coşê. Perspektîfên wî û rêbazên wî yên çareseriyê, daxwazên gel ên ji bo azadiyê û demokratîkbûyînê dihewîne. Ji ber vê wê li bara gelê kurd, gelê Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bibe cihê hêviyeke mezin bangawaziya wî. Her gotineke Ocalan ji bo me di wesfa talîmatê de ye û em ê bi her awayî piştgiriyê bidin bangawaziya wî." Farisogullari da zanîn ku hin derdor hewl didin di ser banga Ocalan re "dubendiyê" çêbikin û got:"Em ê li dora Rêberê xwe bibin yek û rêbazên wî yên çareseriyê ji bo me girîng in. Nêzîkatiya gelê kurd jî diyar e. Dibe ku dewlet armanca xwe biafirîne. Hin nêzîkatiyên jehrî yên wekî ku birêz Ocalan rêxistina xwe teslîm bike hene. Berevajî wê, em vê wekî pêngava birêz Ocalan a rizgarkirina Tirkiyeyê binirxînin. Di vî warî de,  em dibêjin ku çek, şer û pevçûn ne çare ne û dixwazin zorê bidin gelê Tirkiyeyê ku ber bi demokratîkbûyînê ve biçin û meseleya kurd di vî warî de binirxînin.’’

Gelê Kurd wê bi her awayî têbikoşin 

Farisogullari diyar kir ku divê şert û mercên ewlekarî û azadiyê ji bo Ocalan werin dabînkirin û got ku divê Ocalan bi rêxistina xwe û aliyên cuda re hevdîtinê pêk bîne û got:"Eger aliyê AKP'ê hesab bike ka wê çawa ji vê pêvajoyê sûdê wergire û pêvajoyê asteng bike, wê demê yê winda bike wê gelê tirk be û wê Tirkiye be. Ji ber ku gelê kurd wê bi her awayî têkoşîna xwe bidomîne û bi bilindkirina têkoşînê wê pêşvetir biçe. Yê winda bike wê ne gelê kurd be." Farisogullari anî ziman ku wê di salvegera komployê de bi sed hezaran kes li Ewropayê li hev bicivin û 15'ê Sibatê bi hemû derdoran re heta Strasboûrgê dewam bike û got:"Em ê daxwazên xwe yên azadiyê bigihînin asta herî bilind. Wê bibe rojeke xwedîderketina li daxuyaniya dîrokî ya Rêbertî. Em hemû gelê kurd û dostên li Ewropa û cîhanê vedixwînin mîtîngê."

MA/FIRAT CAN ARSLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.