Divê Ewrûpa rojnamevanan biparêze

Duşem 4 Tebax 2025 - 03:20

Her çend zextên li ser çalakvanên siyasî, rojnamevan û saziyên Kurd di demên dawî de li Elmanya zêde bûne jî, binçavkirina rojnamevan Serkan Demîrel li ser sînorê Elmanya û dersînorkirina wî ya bi zorê ya Swîsreyê ji aliyê Kurdên li Ewropayê rûbirûyê nerazîbûnan bû. Ev kiryara polêsên Elman ji aliyê Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut ve hate şermezarkirin û wekî "neqanûnî" bi nav kir. Zubeyde Zumrut, diyar kir ku zext ne tesadufî ne, beşek ji siyasetek sîstematîk a ku bi taybetî siyasetmedar û saziyên Kurd hedef digire ne.

Zubeyde Zumrut, da zanîn ku Demîrel bi salan e li Ewropayê rojnamevaniyê dike û diyar kir ku biryara binçavkirin û dersînorkirinê, azadiya îfadeyê û azadiya çapemeniyê binpê dike û got:“Li Elmanyayê, li dijî siyasetmedar, rojnamevan û xebatkarên saziyê polîtîkayeke sîstematîk a tepisandinê tê meşandin. Binçavkirina Demîrel û gefa dersînorkirinê jî parçeyek ji vê polîtîkayê ye. Îro li Elmanyayê her kesên nasnameya Kurd diparêzin, di nava çapemeniya azad de dixebitin an jî siyaseta demokratîk dimeşînin, bûne hedefeke potansiyel. Di demên dawî de betalkirina pasaportan, zextên li ser nûnerên civaka sivîl, destwerdanên li saziyên Kurdan û girtin û binçavkirinên bêhiqûqî gelekî zêde bûne.”

Polêsên eslê xwe Tirk zordariyê dikin

Zubeyde Zumrut, bal kişand ser îdiayên ku hin hêmanên ewlehiyê yên bi eslê xwe Tirk di serdegirtina li Elmanya de roleke çalak lîstine û diyar kir ku ev yek bi prensîbên serdestiya hiqûqê re ne lihevhatî ye û wiha dewam kir:"Di demekê de ku PKK’ê xwe fesix kiribe û li Tirkiyeyê hêviyên aştiyê têne nîqaşkirin, gelo ev zextên Elmanya dikarin tesaduf bin? Ger Elmanya bi rastî piştgiriya çareseriyeke demokratîk û aştiyane dike, divê dawî li vê siyaseta krîmînalîzekirinê ya li dijî siyasetmedarên Kurd ên ku li Elmanya penaber in bîne. Rojnamevanî ne sûc e. Kurdbûn jî ne sûc e. Hemû Kurd, demokrat, parêzvanên mafên mirovan û dostên me dê li hember vê zexta li ser çapemeniya Kurd bêdeng nemînin. Di van demên dawî de, îdiayên ku hin polîsên bi eslê xwe Tirk van zordariyan organîze dikin jî divê bên berçavkirin. Binçavkirina rojnamevan Serkan Demîrel û gefxwariya dersînor kirinê, ji bo dewleteke hiqûqî ya wekî Elmanyayê hem metirsîdar e hem jî fikirîner e. Ev ne tenê gefeke takekesî ye, gefeke civakî ye jî. Hiqûqa Ewropayê bi parastina rojnamevanên ku xwe spartinê Ewropayê berpirsyar e.”

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.