Yekîtiya gelan mifteya demokrasiyê ye

Yekşem 7 Îlon 2025 - 18:30

  • Meral Daniş Beştaş têkildarî pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" wiha got:" Girîngiya vê serdemê ev e. Gelên vî welatî dixwaze bibe yek, ne ku ji hev veqete; ew dixwazin birînên hev bikewînin, ne ku hev tune bikin; ew dixwazin ev axa kevnar bi hebûnên xwe yên bêhempa dewlemend bibe, ne ku ji hêla şer ve were wêrankirin. Ev mifteya demokrasiyê ye."

ROZA METÎNA / AMED 

Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê û endama Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Neteweyî Meral Daniş Beştaş li ser mijara pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Neteweyî, rewşa girtiyan, girîngiya zimanê Kurdî û mafê hêviyê nirxandin kir. 

Yekîtiya gelan mifteya demokrasiyê ye

Meral Daniş Beştaş di destpêkê de li ser girîngiya pevajoyê, yekîtiya gelan sekinî û wiha got:"Ez bawer dikim ev pêvajo ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê hêviyek û derfetek mezin pêşkêş dike. Bê guman ev pênaseyan ji rêzê nînin. Welat ji 100 salan zêdetir e gelek êşê dikişîne. Her çiqas Kurd bi qanûn û şêweyên hikûmetê hat xwestin bên tunekirin jî lê belê kurd hene, tevî her cure polîtîkayên asîmîlasyonê hebûna xwe dewam kirin. Rûm, Ermenî, Elewî, Ereb, Çerkez, Laz, Pomak û Roman jî li van axan hene û hebûna xwe dewam kirine. Tevî hemû zilmê, wan ziman û nasnameya xwe ji bîr nekirine. Ji ber vê yekê ye, civak niha hewce dike birînên hilweşîna ku di salên 1900'î de dest pê kir derman bike û bibe yek. Girîngiya vê serdemê ev e. Gelên vî welatî dixwaze bibe yek, ne ku ji hev veqete; ew dixwazin birînên hev bikewînin, ne ku hev tune bikin; ew dixwazin ev axa kevnar bi hebûnên xwe yên bêhempa dewlemend bibe, ne ku ji hêla şer ve were wêrankirin. Ev mifteya demokrasiyê ye."

Dê komîsyon gavên din biavêje

Meral Daniş Beştaş derbarê asta komîsyon gihiştiyê jî wiha nirxandin kir:"Armanca komîsyonê ew e ku bikaribe wekî rêvebirina pêvajoya aştiya civakî û çareseriyeke demokratîk, rakirina astengiyên li pêşiya aştî û civaka demokratîk, destnîşankirina rêziknameyên qanûnî yên pêwîst, destnîşankirina tedbîrên avakirina baweriyê bikeve nava hewldanekê. Banga Birêz Ocalan a 27'ê Sibatê bi erênî hat pêşwazîkirin. Ev yek girîng bû. Ji ber vê yekê, ev dikare wekî yekem ji van tedbîrên avakirina baweriyê were hesibandin. Heta niha heft civîn hatine lidarxistin. Civînên destpêkê li ser avakirina çarçoveya qanûnî ya komîsyonê, ango prensîbên xebata wê, bûn. Piştî vê yekê, ji hêla Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) û Wezareta Karên Hundir ve brîfîngek hat dayîn û paşê, biryar hat dayîn ku li beşên cuda yên civakî werin guhdarkirin. Wekî ku hûn dizanin, li dayikên di pêvajoyê de rola wan girîng in hat guhdarîkirin. Her wiha li baro û serokên berê yên parlementoyê jî hatin guhdarîkirin. Bê guman, ezmûna ku serokên parlementoyê di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de parve kirin pir girîng bû, ji ber ku Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê serweriya gel temsîl dike û guhdarîkirina pirsgirêkê ya bi çavên wan awantajek berbiçav bû. Komîsyon dê li gorî zanyariyên ku piştî çend guhdarîkirinan bi dest xistiye, bi îhtîmaleke mezin gavên din bavêje."

Hunera jiyana bi hev re ye

Meral Daniş Beştaş bal bir ser têgehan entegrasyonê û civaka demokratîk û wiha pê de çû:"Têgehên 'aştî' û 'entegrasyonê' yên ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatin ziman jî nexşerêyekê peyda dike. Bi gotineke din, me dît çawa asîmîlasyon ku ji hêla nêzîkatiyên dewletparêz û monîst ve serdest e, gelan parçe dike û wêran dike. Bi salan e, Kurd û heta gelên din, li van axan li dijî asîmîlasyonê têkoşiyane. Bi vê wateyê, civaka demokratîk a Ocalan diyar dike, qadeke ku nasname, bawerî û zimanên cuda bi azadî xwe îfade dikin û jiyaneke hevpar li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev ava dibe ye. Bi gotineke din, entegrasyon wekhev e; ew bi rêya naskirina cudahîyan hunera jiyana bi hev re ye."

Mafê hêviyê, zagona mirovî ye

Meral Daniş Beştaş di heman demê de bal bi ser mafê hêviyê û wiha dewam kir:"Mafê hêviyê, bi salan e em li ser nîqaş dikin. Mafê hêviyê, taybetî zagona mirovî ye. Girîng e ku komîsyon jî vê yekê çareser bike û wekî yek ji guhertinên zagonî yên ku werin pejirandin destnîşan bike. Ev di heman demê de sembola vegera serweriya hiqûqê û demokrasiyê ye. Di vê çarçoveyê de, hewcedariya gavavêtinê, her çend dereng be jî, bi rêya komîsyonê hatiye rojeva giştî. Bi gotineke din, wekî ku min berê jî behs kir, em dikarin wê wekî vegera li hiqûqê û pêdiviyên wê û bi vî rengî wekî beşdariyek li pêvajoya demokratîk bihesibînin."

Rakirina qedexeyên li ser Kurdî divê

Meral Daniş Beştaş têkildarî astengiyên li ser zimanê Kurdî jî wiha got:"Destûrdayîna bikaranîna zimanê Kurdî ya di qada giştî de, bûyina zimanê Kurdî ya perwerdeyê, mafê bikaranîna zimanê Kurdî ya di saziyên fermî de û garantiya wê ya destûrî wê rewatiyê biafirîne. Axaftina zimanê Kurdî ya di malê de û ya ji ser TRT'ê, tenê têr nakê. Bi heman awayî, rakirina qedexeya li ser zimanê Kurdî, çareseriyek demokratîk e. Divê ev herdu pirsgirêk bi awayekî giştî werin çareserkirin û nexşeya çareseriyê divê li gorî wê were pêşxistin. Gelo ziman û çand dikarin ji hev werin veqetandin? Ger statuyek ji zimanê Kurdî re neyê dayîn, em dikarin ji bo Kurdan behsa mafên wekheviyê bikin, an jî em dikarin îdîa bikin ku hebûna wan tê naskirin? "

Divê girtî werin berdan

Meral Daniş Beştaş herî dawî ji bo rewşa girtiyên siyasî jî wiha got:”Gelek girtiyên nexweş hene. Gelek girtî berdana wan tê taloqkirin. Berdana girtiyên siyasî ya ji zindanan jî di nav gavên sereke yên avakirina baweriyê de ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.