Di bin kolezyumê de tunelek hat dîtin

Pêncşem 9 Cotmeh 2025 - 15:15

  • Tunelek di binê Kolezyûma Fireh a Romaya Kevn de hate dîtin. Ev tuneleke veşartî bû ku ji bo împeratoran hatibû çêkirin.

Ev derbasgeha taybet a nêzîkî 55 metreyî li nav bingehên Kolezyûmê hatiye kolandin û bi temamî ji çavên gel ve hatiye veşartin. Li gorî pisporan, ev tunel çend deh sal piştî avakirina amfîtiyatroyê di salên 70'î yên Piştî Mîladê de, di navbera sedsalên 1 û 2 de hatiye çêkirin.

Rêveberên Parka Arkeolojîk a Kolezyûma Romayê ev vekirina wekî "geşedanekî bêhempa" binav dikin. Tunel ji locaya împarator dest pê dike. Ew di bin tribûnan de derbas dibe û heta dawiya başûr a Kolezyûmê dirêj dibe.

Bi vî awayî, împarator karîbûn bêyî ku hin kes wan bibînin ji arenayê derkevin. Her wiha, tunel têkiliyek bi Ludus Magnusê çêdikir, ku dibistanek perwerdehiyê bû û gladyator li wir ji bo şer dihatin amadekirin. Lêkolîner bawer dikin ku di dawiya tunelê mekanekî antîk heye û ev mekan ji bo glardyatoran hatiye çêkirin. Li hêla din hin agahî an jî gotegot jî dibêjin ku têkiliya vê tunelê bi dêr an jî avahiyeke pîroz re têkildar e. Lê heta niha jî ev nihêrîn bi ti awayî ji hêla kolanên arkeolojik ve nehatine piştraskirin.

Li ser rûpelên antîk ên tunelê, pêlek mermer, şopên mengeneyên metal û xemilandinên ku sahneyên mîtolojîk ên xwedêya şerabê Dionysos û jina wî Ariadne nîşan didin hene. Li beşa têketinê jî, teswîrên ku nîçîra berazan, şerê hirçan û nimayîşên akrobatîk nîşan didin hene. Kolezyûm ku Piştî Mîladê di sala 72'an de di dema Împarator Vespasian de hatiye avakirin û Piştî Mîladê di sala 80'yan de ji hêla Titus ve hatiye temam kirin, wekî amfîtiyatroya herî mezin a cîhana kevneşopî tê zanîn.

Ev avahî, gelek şerên gladyatoran, nîçîra heywanên hov û îdaman dîtiye. Îro ji sê beşan tenê beşeke wê ya orîjînal li ser lingan maye. Her çend xelkê kevirên kolezyumê yên bi nirx dizîbe û ji ber erdhejê zirarê dîtibe jî îro ev kolezyum hêz û tesîra Împaratoriya Romayê radixin ber çavan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.