Em ji hemû senaryoyên gengaz re amade ne

Sêşem 7 Cotmeh 2025 - 03:15

  • Endamê Koordînasyona PJAK'ê Fuad Bêrîtan diyar kir ku li Îranê valahiyeke hêzê ya gengaz wê karibe ji bo vejîna sîstemeke demokratîk zemînê biafirîne û got, weke hêzeke girêdayî îradeya gel em ji hemû senaryoyên gengaz re amade ne.

Pêkanînên ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî piştî deh salan li hemberî rejîma Îranê ji nû ve xist meriyetê, dînamîkên hundirîn û derve yên Îranê gihand asteke nû. Pirsgirêk ne tenê astengiya malî ye; welat ji aliyê aborî ve li ber têkçûnê ye, bi îzolasyona dîplomatîk û lawaziya ewlekariyê re rû bi rû ye. Endamê Konseya Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Fuad Bêrîtan aliyên vê veguherînê û senaryoyên gengaz  nirxand.

Vegera ambargoya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Îranê piştî aktîfbûna mekanîzmaya tetîkê (snep back) tenê bûyerek aborî yan jî dîplomatîk nîne. Pêwîst e wek werçerxek girîng di ber bi têkçûna pergala Komara Îslamî ve were zanîn. Ev guhertin nîşan dide ku ev pergal dikeve pêvajoyeke ku tê de êdî tecrîda navneteweyî ne pêvajoyek demkî berevajî rewşeke tespîtbûyî û pêwîstiyek e. Îro Komara Îslamî ne xwedî hêza lihevkirina bi Rojava re ye ne jî xwedî piştîvaniya ku berê hêvî dikir ku ji Çîn û Rûsyayê jê re were ye. Niha nakokî tenê bi Amerîka û Îsraîlê re sînordar nîne; piraniya dewletên cîhanê ji Yekîtiya Ewropayê heta bi Moskowa û Pekînê di pozîsyona girîngbûyîna pêkanîna ambargoyan de ne. Ev rewşeke herî kambax e ku hikûmetek di sîstema navnetewî de ber bi wê ve biçe. 

Bi kurtasî mesele ew e ku; Îran ketiye qonax û werçerxaneke nû. Hem ji aliyê siyasî hem jî di hêla civakî de. Şaştiyên li ser hev ên desthilatdariyê fatûra gelekî bilind kiriye û berdewama van şaştiyan wê rêya hilweşîna pergalî bi leztir bike. Her wiha wê rewşekê çêbike ku Komara Îslamî felç bibe û ji hêz bikeve. Rêya ku heta niha daye pêşiya xwe tam jî bûye sedema gihiştina bi vê astê. Rewşeke ku dişibe rewşa Venezuela û Iraqê beriya êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE).

Hemû krîz di heman demê û bi hevre çêbûne û ev yek li Îranê ne tenê rastiyek tal e; rewşek diyarker e û çarenivîsê diyar dike. Ya li beramber me tenê rejîmek dorpêçkirî nine, pergaleke ku zêdetirî 40 sal in sermayeya wî ya dersînorî têk çûye. Di hundir de jî di warê leşkerî de binkeftinek mezin jiyaye, bernameya wî ya atomî zirarek ciddî dîtiye û ji hêla rêveberiyê de jî gihiştiye sînorê gendelî, ne kêrhatin û zextê. Niha ev hemû krîzên li ser hev barbûyî, bi krîzên mezin ên aborî, civakî û ekolojîk re bûne yek û welat ber bi teqînê ve dibe. 

Di vir de pirsa bingehîn wate dibîne ku; Rola min çiye? Di pergala alternatîf de li ku disekinim? Para min di avakirina pêşerojê de çi ye? Ev pirsên sade, wê bibin hîmê kirdebûn û aktorbûna giştî û civakî. Ger hêza giştî ya civakî di serî de nehatibe birêxistinkirin, di kêliya valatiyê de wê hêz ji civakê were stendin. Ji ber vê jî mijara esasî ya îro di Îranê de û bi taybet li Kurdistanê tenê hilweşandina pergala heyî nîne, belkû amadekariya ji bo avakirina pergalek alternatîf e. 

Ezmûnên objektîf ên li Rojhilata Navîn û Ewropayê nîşan dane ku di kêliya qutbûnên dîrokî de pergala alternatîf ne ji jor ji jêr xwe diafirîne. Li Rojavayên Kurdistanê, konseyên gel û tevnên civakî paralel bi berxwedaniyên li kolanan û di nava şer de karîn pergaleke lihevhatî û çalak ava bikin. Li Ewropayê rojhilat jî konseyên herêmî û tevnên civakî bi qismî zemîna pergalek demokratîk amade kirin. Peyama zelal a van mînakan ew e ku modela tekoşîna civakî di şert û mercên roja îro de divê jinûve were pênasekirin. Pergala nû ne xwe li ser derve ferz dike ne jî ji jor ve tê ferzkirin. Alternatîf di kêliyekê de teşe digire ku ji jêr ve bê û ji dilê jiyana rojane rehên xwe belav bike. 

Di nirxandinek giştî de ger hêzên civakî û siyasî ji niha ve xwe di çarçoveya astên cuda de, herêmî û bihevre birêxistin bikin, dikarin kêliya hilweşînê veguherînin firsendek dîrokî ji bo avakirina hêza civakî û hûnandina pergaleke nûjen. Ya îro diqewime, tenê binketina pergalekê nîne, vebûna qadeke ji bo dariştina pergaleke nipûnû.

ANF / NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.