Ya ku PDK'ê kir dijmin nekir

În 1 Adar 2024 - 00:25

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî zilma PDK’ê ji ANF’ê re axivîn. Şukrî Nêrhewî qala girtîbûna xwe ya ji aliyê PDK’ê ve kir û got: “Ez dema 2015’an ji Mêrge Şîşê vedigeriyam, ji aliyê wan ve hatim girtin. Aştî Koçer digot, tu PKK’yiyî, tu tevlî PKK’ê bûyî. Min jî got; eger ez tevlî PKK’ê bibim, wê demê Mensur (Barzanî) jî PKK’yiye. Ji ber ku ew jî li Mêrge Şîşê dimîne. Lê min got, rast e, ez PKK’yî me, ez Kurd im. Fikrê min PKK’yiye, ba min ferqa tu Kurdan tuneye. Ji ber ew zîhniyeta xerab ba me tuneye. Rêber Apo jî ew zîhniyeta xerab fêrî me nekiriye. Ez di hewayek welê de hatim binçavkirin wekî ku min tiştek xerab kiribe. Ez 20 rojan hiştim. Rojê carekê dihatin wêneyên min digirtin. Bi hewldana parêzerek dostê bavê min ez hatim berdan. Ji min re gotin; em bi şertê ku tu li ser Kurdistanê, yanî li ser Hewlerê derbasî Mexmûrê nebî, em te berdidin. Gotin; ne, tuyê li ser Mûsilê derbasî Mexmûrê bibî. Wê şevê berê min dan Mûsilê, ez li ser Mûsilê derbasî Mexmûrê bûm. Yanî ez li ser wî esasî hatim berdan.”

Gefa radestkirina dewleta Tirk

Tekîn Qewalî anî ziman ku di destpêka 2018’an de ew ji bo debara mala xwe çûbûn aliyê Şemzînanê û got:“Dema karê me xelas bû jî me xwest em vegerîn. Em hatin geliyê Zawîte wê derê em girtin. Di eslê xwe de ne tenê îstîxbarata PDK’ê, mirov dikare bêje ku ji aliyê her du îstîxbaratan ve hatin girtin. Ji ber di telefonên me de hinek nivîsên Tirkî hebûn. Wan dizanîn, ji me re dixwendin. Yanî diyar bû ku bi îstîxbarata Tirkan re dixebitin. Piştî ku zanîn em ji kampê ne, ji Mexmûrê ne vê carê jî sedan sed şêwaza xwe guherandin. Mesela timî ev pirs li min dikirin; te li kîjan parçeyê Kurdistanê, kîjan herêmê gerîlatî kiriye? Erka te ya wê derê çibû? Yanî bi darê zorê dixwestin me bidin qebûl kirin ku em gerîla ne. Bi çavgirtinê, dest kelemçe kirinê, di tariyê de tenê hiştin û dixwestin me bitirsînin da ku em tiştên ew li ser me ferz dikin qebûl bikin. Lê me tiştên ku ferz dikirin qebûl nedikir. Wê demê gotin eger tu carek din bê herêma Behdînanê em ê te bikujin, teslîmî Tirkan bikin. Niha çûyîna min a Behdînanê qedexeye. Bi rastî gelek tişt hene ku mirov bêje. Lê ji ber derveyî exlaqê ne, lewma mirov naxwaze bîne ziman. Niha sê bajarên wekî Hewlêr, Duhok û Zaxo temamî bûne navendên îstîxbaratê, ketine bin kontrola Tirkan. Bila PDK ji vê îxanetê bizivire û tiştên anîn serê gelê Kurd dubare neke.”

ANF/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.