‘Megalopolîs’ li Cannesê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Nîsan 2024 - 00:16

  • Filmên ku ew ê di Festîvala Cannesê ya 77’an de werin nîşandan eşkere bûn. Di nav van filman de filmê nû yê bi navê “Megalopolîs” ê Francis Ford Coppola jî heye. Coppola bi salane li ser vî filmî dixebitî da ku temam bike û nîşan bide.

Festîvala Filman a Cannes ku yek ji festîvalên herî mezin a Ewrûpayê ye ew ê cara 77’an were lidarxistin. Festîvala Cannes di navbera 14 û 25’ê Gulana 2024’an de tê lidarxistin. Filmên ku ew ê di pêşbirka fermî de werin nîşandan jî diyar bûn.

Serokê juriya festîvalê îsal derhêner û aktris Greta Gerwîg e. Wê bi filmê “Barbie” deng vedabû.

Di pêşbirka fermî ya festîvalê de filmê nû yê derhêner Yorgos Lanthimos ê bi navê “Kinds of Kinndness” jî heye. Yorgos Lanthimos bi filmê xwe yê “Poorthings” sala çûyî li Festîvala Filman a Venedîkê xelata “Şêrê Zêrîn” wergirtibû. Her wiha wî bi heman filmî 4 osacar jî girtibû. 

Ji xeynî Yorgos Lanthimos filmên nû yên David Cronenberg, Francis Ford Coppola û Paolo Sorrentino jî cih digirin di pêşbirkê de. Ev film ew ê ji bo xelata “Palmiyeya Zêrîn” bi hevre bikevin qayişkêşanê.

Megalopolîs; bi awayekî serbixwe û bêyî çêker

Filmê ku herî zêde xelk li bendê ye filmê bi navê “Megalopolîs” ê Francis Ford Coppola ye. Coppola senaryoya vî filmî di sala 1980’an de dinivîse û weke projeya xwe ya “bengînî” bi nav dike vî filmî. Film bi bûdçeya xwe ya zêde jî balê dibe ser xwe. Ji lewma Coppola ji bo vî filmî 120 milyon dolar xerc kiriye. Coppola ji bo vî filmî çêbike dabû zanîn ku wî gelek erd û malên xwe firotine da ku film bi dilê wî çêbe. 

Di filmê “Megalopolîs” de lîstikvanên weke Adam Driver, Giancarlo Esposito, Nathalie Emmanuel, Jon Voight, Laurence Fishburne û Shia LaBeouf cih digirin. Her wiha gelek lîstikvanên Hollywoodê jî cih digirin. 

Rêvebirê Festîvala Cannesê Thierry Fremaux ji bo filmê “Megalopolîs” got; “Me ev film bi taybetî ji Coppola xwest da ku em li Cannesê nîşan bidin. Demek dirêj e ku wî dixwest vê projeyê bibe serî. Coppola bi şêwaza xwe û bi awayekî serbixwe ango bêyî çêkere ev filmî çêkir.” Filmê “Megalopolîs” sala çûyî temam bûbû.

Nehêniyeke ku nayê vegotin

Di derheqê filmê “Megapolîs” de kêm tişt tên zanîn û Coppola jî ji bo filmê xwe digot; “nehêniyeke ku nayê tarîfkirin”. Li gor sînopsîsa fermî ya film naverok ev e; “Çavsoriya siyasî, qeder û dahîbûna Romayê dibe bela serê dinyaya modern ku ew nikare pirsgirêkên xwe çareser bike. Evîneke bi pevçûn a weke destanekê…” Çîroka film li devereke New Yorkê ya ku jê re “Ramaya Nû” tê gotin dibuhire. Romaya nû versiyona rastiyeke alternatîf e.

Filmên di pêşbirka fermî ya festîvalê de cih digirin li jêr in;

The Girl With The Needle –Magnus VON HORN

Parthenope – Paolo SORRENTINO

The Ballad – Kirill SEREBRENNIKOV

Oh Canada – Paul SCHRADER

Wild Diamond – Agathe RIEDINGER

L’amour Ouf – Gilles LELLOUCHE

Kinds Of Kindness – Yórgos LÁNTHIMOS

All We Imagine As Light – Payal KAPADIA

Caught By The Tides – JIA Zhang-Ke

Marcello Mio – Christophe HONORÉ

Grand Tour – Miguel GOMES

The Substance – Coralie FARGEAT

Megalopolis – Francis Ford COPPOLA

The Shrouds – David CRONENBERG

Anora – Sean BAKER

Emilia Perez – Jacques AUDIARD

Bird – Andrea ARNOLD

Motel Destino – Karim AÏNOUZ

The Apprentice – Ali ABBASI

CANNES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.