Festîvala Filman a Cannesê k udi 14’ê meha Gulanê de dest pê kiribû bi dawî bû.
Derhênerê Emerîkî Sean Baker bi filmê xwe yê “Anora” xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt. Xelata Taybet a Juriyê jî dan derhênerê Îranî Muhamed Rasulof. Îranê derketina wî ya derve qedexekiribû û wî jî terka welat kir. Her wiha di dîroka festîvalê de tiştekî nû jî qewimî. Çar lîstikvanên jin ên ku di filmê “Emilia Perez” de cih digirtin bi hevre “Xelata Lîstikvana Herî Serketî” wergirtin.
Filmê bi navê “The Substance” jî xelata “Senaryoya Herî Serketî” wergirt. Piştî ku film li Cannesê hatibû nîşandan temaşevan qederê 13 deqîqa ji bo film li çepikan xistibûn.
Xelatên din ên ku li Festîvala Cannesê hatin belavkirin ev in;
Xelata Mezin a Festîvalê: Payal Kapida/All We Imagine as Light.
Derhênerê Herî Serketî: Miguel Gomes/Grand Tour
Xelata Taybet a Juriyê: "The Seed of the Sacred Fig" /Muhammed Rasulof
Xelat Lîstikvanê Herî Serketî: Jesse Plemons/ Kinds of Kindness
Senaryoya Herî Serketî: The Substance/Coralie Fargeat
Xelata Lîstikvana Herî Serketî: Zoe Saldana, Selena Gomez, Karla Sofía Gascón û Adriana Paz
Xelata Rûmetê ya Palmiyeya Zêrîn: George Lucas
Kurtefilmê Herî Serketî: "The Man Who Could Not Remain Silent" / Nebojsa Slijepcevic
NAVENDA NÛÇEYAN